Koçerên ku mala wan li ser pişta wan e

  • 09:06 15 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Koçerên ku havînê li zozanan û zivistanê li deştan derbas dikin, malên wan li ser pişta wan in û jiyanek zehmet derbas dikin. Bêrîvanên ku li zozanên Feraşînê konên xwe vedane, gotin: “Jiyana koçberiyê zehmete, lê belê ew qas jî xweşe. Zehmet be jî em ji koçeriyê hez dikin.”
 
Koçerên ku deşt bi deşt û zozan bi zozan digerin û jiyanek kolektîf bi destên xwe ava dikin, debara xwe bi sewalkariyê dikin, jiyaneke hevpar dijîn.  Koçerên ku mala wan li ser pişta wan e mînaka herî xwezayî ya jiyanê ne.  Komek ji van koçeran jî hatine li herêma Şirnexê û niha li Zozanê Faraşînê bi cih bûne. Bêrîvanên koçer yên li Zozanê Faraşînê bi cih bûne derbarê jiyana xwe de nirxandin kirin. 
 
‘Jiyana zozanan xweş’
 
Jina bêrîvan Gûlnaz Borak a ku ji navçeya Silopiyê ya Şirnexê ye û  20 salin bêrîvaniyê dike, wiha got: “Ez tu carî dev ji koçeriyê bernadim. Jiyana zozanan xweş e. Lê gelek zehmetiyên wê jî hene. Ez serê sibehê saet 5’an de radibim dest bi kar dikim. Dema nanê min tune be radibim nan dipijînim û karê malê dikim. Piştre taştê dixwim û dema saet dibe 9 berê xwe didim bêriyê. Em jin bêrîvaniyê dikin û pezê xwe didoşin. Şîrê xwe dibin malê dikin mast û penêr. Dema êvarê saet dibe 4 carekedin diçin pezê xwe didoşin. Em rojê du caran pezê xwe didoşin. Jiyana me wisa derbas dibe. Li zozanan herî zêde jin diwestin. Ji ber ku zêdetir kar û bar li ser milên jina ye. Jin hem bêrîvaniyê dikin û hem jî karên malê dikin. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Em sewalan xwedî dikin, şîr û mastê çêdikin difroşin û debara xwe dikin.”
 
‘Çanda koçeriyê kêm bûye’
 
Gûlnazê, destnîşan kir ku jiyana koçeriyê zahmet e lê xwezayî ye û wiha pêlda axaftina xwe: “Hem xwedî kirin û hem jî dotina pez zehmet e. Ji ber ku dema em tên pezên xwe didoşin em di nav tozê de dimînin. Her wiha carna jî baran dibare jiyana me zehmettir dibe. Ji ber baranê konên me di bin avê de dimînin. Dema dibe bihar em berê xwe didin zozanan û zivistanê jî carekedin berê xwe didin bajarên xwe. Jiyana zozan xwezayî ye. Lê li bajêr hemû tişt amde ye û di bin destê mirovan de ne. Ji ber wê jiyana li bajêr hêsantir e. Lê zoan gelek xweş in. Ez her sal biharê berê xwe didim zozanên Faraşînê. Em biharê di meha gulanê de tên zozanan û di meha îlonê de berê xwe didin bajêr. Em sewalên xwe bi erebeyan tînin. Lê me berê sewalên xwe bi meşê dianîn û bi rojan didomiya. Niha gelemperî herkes bi erebeyan tên. Çanda koçeriyê kêm bûye. Wek berê ne zêde ye. Kes wek berê koçeriyê nakin û sedema wê jî zahmetiyên heyî ne. Li çiyayan hemû tişt heye. Lê em ji axa xwe gelek hez dikin. Her wiha koçerî ji bo me gelek xweş e. Em ê dev ji koçberiyê bernedin.”
 
‘Hemû bar li ser milên jinan e’
 
Xoxê Borak jî bilêv kir ku jiyan û karê wan bi tenê koçerî ye û wiha behsa jiyana koçeriyê kir: “Jiyana koçeriyê gelek zehmete. Ji ber ku hemû bar li ser milên jina ye. Em biharê tên zozanan û payîzê berê xwe didin welatên xwe. Gelek zehmetiyê koçeriyê hene. Mînak serê sibehê radibin nan dipijînin, li zarokan dinêrin, malê paqij dikin, mast û penêr çêdikin. Ev hemû zehmetî ne û van hemûyan jî jinên bêrîvan  dikin. Lê dîsa jî ji bo min jiyana zozanan xweştir e. Ji ber ku ax û warê me ye. Xweza û zozanên me gelek xweşin. Heta em hatin zozanan me gelek zehmetî kişand. Zehmetiyên wek barkirina malê, anîna pez û vedandina konan û gelek tiştên dinê. Em îsal zû hatin zozanan. Par hîn 10 roj şûnde em hatibûn. 15 roj zêdetir e em hatina zozanan.”
 
‘Hişsaliyê bandor li me jî kir’
 
Xoxê, dazanîn ku îsal ji ber berf û baran nebariye hişsalî çêbûye û wiha domand: “Nebarîna baranê bandor li me jî kir. Ji ber giya kêm bû şîrê sewalan jî kêm bû. Ji ber vê jî îsal pênêr û mast kême. Dema giya tunebe şîr jî  tune ye. Penêr û mastê ku em çêdikin jî ji bo debara xwe bikin difroşin. Em kîloya penêr didin 20 TL’yan. Em penêrê xwe erzan difroşin. Em ev qas kedê didin jî erzan didin. Ji ber ku qeyrana aborî bandor li me jî kir û kes nikare bikire. Ji ber vê yekê em erzan didin. Ev 5 salin ez bêrîvaniyê dikim. Beriya wê min karûbarê malê dikir. Piştî ku  Faraşîn vebû şûnde me ji xwe re pez kirî û 5 salin jî ez têm vir zozaniyê. Bêrîvanî xweştir e. Em heta zivistanê di konan de dimînin. Em ê sê mehên dinê berê xwe bidin malên xwe. Dema vegerê em sewalan bi erebeyan tînin. Koçerî her çiqasî zehbet be jî em hez dikin.”
 
‘Operasyonên li heremê bandorê li me dikin’
 
Xoxê, di dawiya axaftina xwe de got ku operasyonên li heremê tên kirin bardora neyînî li me dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber operasyonan hîn cih zozanan qedexe ne. Em nikarin bên zozanan. Ji ber operasyonan jiyana me jî di bin xeterê de ye. Dema operasyonan leşker tên zozanên me û lêgerînê dikin û piştre diçin. Zivistanê ji ber ku kar tune ye, em bi tenê karên malê dikin. Barê jiyanê hemû li ser milên jina ye. Em xeynî  bêrîvaniyê diçin li çiyan giya jî kom dikin û tînin ji bo xwarinê. Tu rojeke me hêsan derbas nabe. Ji ber ku jiyana koçerî û bêrîvaniyê tim zehmet e.”