Ji Şandeya Bexdayê serdana ji bo Mexmûrê

  • 15:01 14 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek ji Wezareta Koç û Koçberan û rayedarên ewlekariyê ya Iraqê serdana Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) kir.
 
Şandeya berfireh ku ji rayedarên Wezareta Koç û Koçberan û saziyên ewlekariyê pêk tê, li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şandeyek Wargeha Mexmûrê re hevdîtin pêk anî.
 
Endamên şandeyê diyar kirin ku ew bi armanca lêkolînkirina têkildarî êrîşên li ser wargehê, pirsgirêkên wargehê  hatine û li ser rêyên çareserkirinê rawestin.
 
Şandeya Mexmûrê jî, derbarê rewşa wargehê, serpêhatiya şêniyên wê, êrişên dewleta tirk û sedema koçberbûnê, êrîşên liser wargehê de agahî dan û daxwazên wargehê pêşkêş kirin. Şandeya Mexmûrê her wiha destnîşan kir ku NY û hikûmeta Iraqê li gorî zagonan tev negeriyane, mafên penaberan neparastine û xwestin ku erka xwe bi cîh bînin.
 
Endamên şandeya Bexdayê jî gotin ku wan ev agahdarî û daxwazên wargehê hemû girtine gel xwe û ew ê bi cihên pêwendîdar re parve bikin. Endamên şandeyê destnîşan kirin ku ew ê li ser rêyên çareseriyê bisekinin, ji bo ku pêşiya êrîşan were girtin, wê li ser mijarên ku NY vegere wargehê, her wiha dê tedbîrên ewlekariyê çawa werin girtin û alîkariya mirovî, mijûl bibin.
 
Piştî hevdîtinê şandeya Bexdayê piştre jî li ser şandeya wargehê serdana çend malbatan kir û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.
 
Şandeyê her wiha li cihê êrîşa dawî ku dewleta tirk pêk anî bû, lêkolîn kirin.
 
Endamên Şandeya Iraqê destnîşan kirin ku ew ê serdanên xwe bidomînin û hewl bidin ku alîkariya pêwîst bidin wargehê.
 
Piştî serdan û hevdîtinan şandeya Bexdayê paş de vegeriya.