Ji aliyê Heyeta Aştiyê ve kampanya hat destpêkirin

  • 12:24 14 Hezîran 2021
  • Rojane
HEWLÊR - Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê ji KDP'ê ve hat astengkirin ku daxuyaniyê bide çalakiya rûniştinê li dar xist û da zanîn wan li dijî operasyonên dewleta tirk dest bi kampanyaya navneteweyî kirine. 
 
Heyeta  Aştiyê xwest li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê belê hêzên PDK'ê nehişt ku endamên şandeyê ji otelê derkeve. Li ser vê yekê endamên Heyeta Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên heyetê astengiya PDK'ê bi berzkirina dirûşmên "Bijî Kurdistan" şermezar kirin. 
 
Heyetê daxuyanî da û ragihand ku wan li dijî êrişên Tirkiyeyê yên derveyî sînor kampanyayek navneteweyî daye destpêkirin. Şandeyê operasyonên Tirkiyeyê wek "dagirkeriyê" nirxand û şande dixwaze biçe gundên bûne armanca êrişan û hatine valakirin û lêkolînê bike. 
 
Heyetê da zanîn ku ew ji 250 kesan pêk dihatin, lê ji ber astengkirinê ew bi heyetek 70 kesî hatine Hewlêrê. Heyetê banga beşdariya kampanya dane destpêkirin kir. Şandeyê ragihand piştî ku ew li herêmê lêkolînan bikin, wê sûcên ku Tirkiyeyê kirine bikin rapor û ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. 
 
Endamên heyetê piştî daxuyaniyê dirûşm berz kirin û govend gerandin.