KDP'ê Heyeta Aştiyê asteng kir

  • 10:24 14 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa Hewlêrê destûr nade Şandeya Navnetewî ya Aştiyê li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê daxuyanî bide çapemeniyê.
 
Şandeya Navnetewî ya Aştî û Azadiya Kurdistanê ku gelek endamên wê li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin, piştî hevdîtina xwe ya duh li Hewlêrê, îro jî xwest daxuyanî bide.
 
Dihat plankirin ku daxuyanî saet di 10.00’an de li ber Nûnertiya NY’ê ya Hewlêrê bê dayîn. Lê li gorî agahiyên ku endamên şandeyê dane, asayîşa Hewlêrê ji wan re gotiye ku destûra daxuyaniyê nadin. Her wiha asayîşê gotiye ku dikarin heyetek ji 3 kesan pêk tê bişînin Nûnertiya NY'ê û hevdîtinê bikin, lê destûra daxuyaniyê nadin.
 
Li aliyê din hat gotin ku asayîşê derdora otêla ku endamên şandeyê lê dimînin girtiye.
 
Endamên Şandeya Aştiyê diyar kirin ku ew niha têkildarî mijarê di nava xwe de nîqaş dikin û wê li gorî wê biryarekê bidin.