Greva birçîbûnê di roja 200’î de ye: Divê berpirsyarî bê nîşandan

  • 09:02 14 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di roja 200’î a grevên birçîbûnê de xizmên girtiyan û parêzvanên maf, bang li raya giştî, wezareta dadê û dozgeran kirin ku der barê grevan de zêdetir berpirsyariyê bigirin.
 
Greva birîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan bên rakirin  hat destpêkirin di roja 200’î de ye. Xizmên girtiyan û siyasetmedaran bang li civaka demokratîk û serdozgerên komarê kir ku berê xwe bidin girtîgehan.
 
‘Daxwazên wan mirovî ne’
 
Ji rêveberiya Komeleya Malbatên Girtiyan a Egeyê (Ege TUHAYDER) Selma Altan: Li ser girankirina tecrîsa li ser Îmraliyê girtî ji 27’ê Adara 2020’an heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Daxwaza wan rakirina tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan e. Ev daxwazên mirovî ne. lê mixabin desthilatdarî çavê xwe digire. Civak çavê xwe digire. Berê jî grev hatin kirin. Ji girtîgehan cenaze derketin. Niha rewş dîsa wisa berdewam dike. Dewlet dengê girtiyan qet nabihîze. Divê her kesî xwedî wijdan dengê xwe bilind bikin.  Em dengê wan bibihîzin û berê xwe bidin zindanan.”
 
‘Em naxwazin yek windayek din hebe’
 
Xizma girtî Nîlay Guleser: Daxwaza girtiyan rakirina tecrîdê ye. Berê ji ber grevan girtiyê jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin carek din ev bê jiyîn. Em dixwazin dengê xwe bidin bihistin. Em bang li rayedaran dikin. Bila tecrîd rabe û daxwaza girtiyan li ber çavan bê girtin.”
 
Hevseroka HDP’a Konakê Hayat Îzgî: Li Îmraliyê tecrîdek mezin heye. Jİ ber vê grevan dest pê kir. Bû 200 roj. Ji bilî bedena wan tiştek destê wan de tune. Der barê tecrîdê de tu tiştek nayêkrin. Ji ber vê grev didomin. Bila guh bidin girtiyan û bila carek din kezeba dayikan neşewite.
 
‘Divê sedema grevan baş bê fêmkirin’
 
Hevseroka HDP’a Bayrakli Ayşe Silik: Divê guh bidin daxwaz û gotinên wan. Ji xwe girtîne û ji destê wan tiştek nayê. Ji ber vê bedena xwe dan ber birçîbûnê. Divê daxwazên wan baş bê fêmkirin. Divê bê zanîn ku çima ew xwe birçî dihêlin.
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Eylem Zengîn: Ji ber grevan girtî rastî cezayên dîsîplînê tên. Carna mehekê carna sê mehan bername tên qedexekriin. Em bi rêk û pêş girtîgehan dişopînin. Em raporan amade dikin û parve dikin. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser wezareta dadê û serdozgerên komarê. Lê mixabin muxatabiyek tune û daxwaz nayên cih. Em bang li wezareta dadê û rayagiştî dikin ku xwedî li grevan derkevin.”