ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 14 Hezîran 2021
  • Rojev
 
*Jiyana dayika aştiyê Muhteber Bor bi têkoşînê tije ye. Bi sekna bi biryar û înadê di çalakiyan de di eniya pêş de cih digirt û di seranserê jiyana xwe de bi birardariyeke mezin têkoşîna xwe berdewam kir. DÎMEN HEYE
 
*Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di 4’emîn salvegera komkujiyê de axivî. Emîneyê wiha got: “Yên zarokên min qetil kirin li Pirsûsê serbest digerin. Min got belkî edelet di bin betonê de ye ez bikolim derxim. Me got edelet di bin hîmê edliyeyê de ye û ez çûm wir. Lê edelet li wir jî tune bû. Bi vê dewletê re edelet tune ye, tenê zilm heye.” DÎMEN HEYE
 
*Di roja 200’î a grevên birçîbûnê de xizmên girtiyan û parêzvanên maf, bang li raya giştî, wezareta dadê û dozgeran kirin ku der barê grevan de zêdetir berpirsyariyê bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Suryanî ku yekem gelê ku Xiristiyanî qebûl kir û zimanê Suryankî ku Îsa Pêxember diaxivî, bi kar anîne ye, ji gelên herî kevn û cihwar ên Bethnarîn (Mezotamyayê) ne. Suryanî di 1915’an de rastî Qirkirina Suryanî-Asurî-Keldanî ku bi navê Sayfo yanî ‘şûr’  tê binavkirin, hatin. Ji ber ku piranî bi xençer û şûran hatin qetilkirin, vî navî bi kar tînin.