Balafirên tirk li Silêmanî sivîl bobebaran kirin: 4 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 16:52 13 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk li herêma bajaroka Pişder a Silêmaniyê wesayîtek sivîl bombebaran kir. Rêveberê bajaroka Helşo Bekir Weysî ragihand ku di bombebaranê de 4 kesên nasnameya wan nediyar şehîd bûn.
 
Rêveberê bajaroka Helşo Bekir Weysî ragihand ku balafirên şer ên tirk li gundê Kanî Lan ê bajaroka Pîşderê, saet di 13.20’an de wesayîtek sivîlan bombebaran kir. 
 
Bekir Weysî eşkera kir ku di bombebaranê de 4 kesên nasnameya wan nediyar jiyana xwe ji dest dane û got: “Ev herêm ne herêmek leşkerî ye. Cihê sivîlan e. Gelek nêzîkî Helşo û Qeladizê ye. Riya welatiyane. Li van herêman çewlikên gundiyan hene û rojane hatinûçûnê dikin.”
 
Bekir Weysî anî ziman ku  ji bo diyarkirina nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane lîjneyek ava kirine.