Li Herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşa rûmetê hat lidarxistin

  • 14:33 13 Hezîran 2021
  • Rojane
KOBANÊ- Welatiyên Herêma Firatê bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û îxanetê meşa rûmetê" êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin. 
 
Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê de êrîşî axa başurê Kurdistanê dike, her wiha herî dawî jî di 5'ê Hezîranê de bi balafirên bê mirov (SÎHA) êrîşî kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) kir. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî tên li dar xistin. Niha jî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû herêman meşên mezin ên rûmetê li dar dixînin. Îro jî welatiyên herêma Firatê bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û îxanetê meşa rûmetê" meşa mezin a rûmetê li dar xistin. Her wiha kantona Kobanê, Kantona Girê Spî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiyên Siyasî, Rêxistina Kongreya Star, Saziyên Civaka Sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên piştevaniya şervanên azadiyê dike hatibûn hildan. Meşa rûmetê li qada jina azad a bajarê Kobanê dest pê kir û heta qada aşitiyê dom kir. Welatiyan di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana şervanan" berz kirin. 
 
'Li hember siyaseta dagirker xwedî helwest bin'
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Hevserokê Encûmana Rêveber Mihemed Şahîn êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kirin û got: "Em îro bi hezaran welatiyên Herêma Firatê rabûne û pişgiriya zarokên xwe dikin. Bi vê meşê em bang li hikûmeta başurê Kurdistanê, pêşmerge, partiyên siyasî û gel dikin ku li hember siyaseta dagirker ya dewleta tirk xwedî helwest bin."
 
'Divê em hebûna xwe biparêzin'
 
Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebîd jî helwesta xwe wiha parve kir: "Em weke pêkhateyên herêma Firatê silavên xwe yên gerim ji şervanên azadiyê yên ku îro rûmeta me diparêzin re rêdikin. Dewleta tirk a ku gelê me qir dike bi hemû rêbazan êrîş dike. Herî dawî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir û heta roja îro jî êrîşî navçeya Eyn Îsa dike. Dewleta tirk hemû çeteyên xwe li herêmên me bi cih kirin û îro wan çeteyan rêdike axa başurê Kurdistanê. Divê em bi çalakiyên xwe axa xwe biparêzin, ger îro em axa xwe biparêzin em ê hebûna xwe jî biparêzin."
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.