Endamên heyeta aştiyê hatin dersînorkirin

  • 12:14 13 Hezîran 2021
  • Rojane
NAVNEDA NÛÇEYAN - Endamên Heyeta Aşitiyê yên ji bo pêşî li dagirkeriya tirk bigirin ji Ewropa derbasî Hewlêrê bibûn û li wir ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, hatin dersînorkirin. 
 
Endamên Heyeta aşitiyê yên xwe weke, “Aktîvîstên Aşitiyê” bi nav dikirin û di navê de siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan, jîngehparêz û enternasyonalîst jî hebûn, ji sibehê ve agahî ji wan nedihate girtin. Li gorî agahiyên herî dawî hat diyarkirin ku PDK’ê endamên şandeya aşitiyê dersînor kirine.
 
Têgotin ku endamên şandeya aşitiyê wê ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve li Frankfurtê werin pêşwazîkirin û pêkanînên PDK’ê û dagirkeriya tirk, bi daxuyaniyeke hevpar werin şermezarkirin.