Li Rihayê jinek bi awayê bi gûman li mala xwe kutşî hate dîtin

  • 09:20 13 Hezîran 2021
  • Rojane
RIHA - Li Sêwrekê Zînê Karakaş li mala xwe bi awayê bi gûman kuştî hat dîtin. 
 
Li navçeya Sêwerekê ya Rihayê duh di saetên serê sibehê de Zînê Karakaş li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hate dîtin. Cîranên ku li ser dengê çekê hatin mala ZÎnê ew li mala wê kuştî dîtin.  
 
Zînêya ku hat aşkerakirin dayika 7 zarokan e,hat îdakirin ku hevjînê wê ji bo xebatê du roj berê çûye stenbolê. 
 
Cenazeyê Zînê di serî de rakirin nexweşxaneya Sêwrekê, piştî otopsiya destpêkê ji wê jî rakirin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.
 
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.