Li Nisêbînê wesayiteke leza wê zêde li du jinan da
- 09:15 13 Hezîran 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, wesayîteke ku leza wê zêde bû li mamoste Buşra Yildiz û Sûzan Basin da û her du mamosteyan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, wesayîteke ku leza wê zêde bû li ser Rêya Mêrdînê li mamoste Buşra Yildiz (27) û Sûzan Basin (28) da. Her du mamoste bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Rexmî hemû mudaxaleyên ku li wan hatin kirin jî nehatin xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê ajokarê wesayîtê hat binçavkirin.