Amazona Kurd Fata Reş…

  • 09:10 13 Hezîran 2021
  • Jin û Dîrok
NAVENDA NÛÇEYAN - Fata Reş a ku di nav jinên Kurd de bi nasnameya xwe ya şervaniyê dertê pêş, di çapemeniya cihanê de jî wek Amazona Kurd tê nasîn.
 
Derbarê welidîn û mirina Fata Reş de agahiyek zelal tune ye. fata Reş keça serokê Eşîra Sînemîllî, Bîlalê Reş e. Fatmê li gorî temxînan di navbera salên 1820-30’an de bûk diçe gundê Emîran. Nêzî salên 1940’î Bîlalê Reş dimire û Beka Axa tê şûna wî. Lê eşîr du sal şûnde ji ber zilma dike wî ji axatiyê dixînin û kurê Bîlalê Reş, Alî Axa tê. Ew jî 5 sal şûnde dimre. Ji ber ku zarokên wî yetîm dimînin ji mala wî re dibêjin ‘Mala Dolukan’. Eşîr di vê astê de  Fata Reş tînin ji bo serokatiyê.
 
Fata Reş dema şerê Kirimê di 1853’an de dest pê kir li gorî banga tebaya Osmanî tevgeriya û bi nêzî 300 suwariyan ji bo tevlî şer bibe çû Stenbolê. Dema ku IngIlîz û Fransî jî bi Osmaniyan re tevlî şer bûn, Stenbol tije leşker, nivîskar,rojnameger û wênesazên ji Ewropa hatibûn  bibû. Ji ber vê jî komutaya jineke gundî bala wan kişandibû.
 
Fata Reş di çapemeniya Ewropayê de ye
 
Dîroknasê hunerê yê navdar Gusîeppe Fossatî ye. Xêzên  Gusîeppe di 15’ê Nîsana 1854’an de di çapemeniya Fransî de cih digirin. Di bin gravurê de ‘Qehremana Kurdistanê Fatma Reş li Stenbolê ye’ dihat nivîsîn.
 
Fata Reş vê carê di çapemeniya Ewropa de bi berfirehî cih digire. Fata Reş li ser pişta hespê li Uskudarê digere.  Rojname û kovarên ingilîz, alman, fransî, swêdî û osmanî der barê Fatmayê de gelek nûçeyan çêdikin.
 
Der barê vê gera Fata Rewş de di rojnameya The İllustrated London News nûçeya bi ser navê ‘Fata Reş li Stenbolê ye’ hatiye weşandin.Di nûçeyê de tê diyarkirin ku Fata Reş Xanim di dîroka jinên Kurd de cihekî girîng digire.
 
Amazona Kurd Fata Reş
 
Fata Reş, di çapemeniya îngîlîz û fransî de, ya alman de bi berfirehî cih digie. Di 1868’an de kovarek alman di nivîsek xwe de cih dide Fata Reş. Di nivîsîê de Fatma wek ‘keybanuya Kurd Fata Reş’ tê binavkirin.
 
 Di 1881’ê de kovarek Swêdê li ser Fata Reş nivîsek bi navê ‘Amazonek’  diweşîne. Di nivîsê de balê dikşînin ser Fata Reş û Jeanne d’Arc û tê gotin ku ew dişibin hev.
 
Di dema Osmanî de kesê ewil balê dikşîne ser Fata Reş, di sala 1867’an de fermandarê Firkaî Îslahiye û dîroknas Ahmet Cevdet Paşa ye. Her wiha Ahmet Mîdhat Efendî jî wek Amazonekê behsa Fata Reş dike.
 
Di dema komarê de di weşanan de nasname û kesayeta rast a Fata Reş tê jêbirin û ev nav vediguhere navekî hevpar yê bo jinên tevlî têkoşîna netewî bûne. Wek mînaka ‘Mehmetçîk’.. Ji ber vê jî  heman nav ji aliyê M.Kemal Ataturk ve ji bo jinan hatiye danîn.
 
Di çavkaniyên Kurd yên berê de pir kêm navê Fata Reş tê dîtin. Di pirtûka Kamuran Bedirxan de ya bi navê Adler Von Kurdistan de pesnê wê tê dayîn. Padîşah ji Fatmayê dipirse, “kesek wek te leheng çawa dibe ku tirkî nizane? Fatma vê bersivê dide ‘Padîşahê min we Kurdî bizanibûna, hewce bi Tirkî nedima’.
 
 Di lîteratora welatên Rojava de bi sifatên wekê Amazona Kurd, Keybanuya Kurd, Şêra Kurdistanê, Lehenga Kurdistanê tê binavkirin.