Welatiyan bertek nîşanî doza HDP’ê dan: Em ê di sindoqan de bersivê bidin

  • 09:05 13 Hezîran 2021
  • Rojane
Oznur Deger - Dîlan Babat
 
ENQERE - Welatiyan bertek nîşanê daxwaza girtina HDP’ê dan û gotin: “Welat baş nayê bi rêvebirin. Em tên bêdengkirin. Li şûna pirsgirêkan çareser bikin mijarê diguherin. Em ê di sindoqan de bersiva pêwist bidin.”
 
Ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeriyê Bekîr Şahîn ve derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 7’ê hezîranê de disa doza girtinê hat vekirin.  Serdozgeriyê di 17’ê adarê de bi daxwaza girtina HDP’ê û ji bo gelek siyasetmedarî qedexeya siyasî bê anîn, îdianame amade kir û şand Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) û piştî DDB’ê şûnde bi armanca kêmasiyên dosyayê bên temamkirin radestî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê kir.
 
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê ku îdianame ji nûve girt dest, di 7’ê hezîranê de îdianameya duyem şand DDB’ê. DDB’ê ji bo lêkolîna ewil a îdianameyê raportorek peywirdar kir û tê payîn ku wê DDB biryara qebûl dike an na, wê bide. Li ser vê ji her alî li dijî girtina HDP’ê bertek zêdetir bûn. Welatiyan nêrînên xwe anîn ziman û bi taybet diyar kirin ku ji bo rojevê biguherin tiştekî wisa dikin.
 
Welatî bi fikarin
 
Gelek welatiyên ku bertek nîşanê hewldana girtina HDP’ê dan, di mijara parvekirina nav û paşnavên xwe de bi fikar bûn. Gelek welatî jî çawa ku gotina HDP bihistin, nexwestin ji mîkrofonan re biaxivin. Her wiha gotin ku gelek tiştên bên gotin hene lê nikarin bi rehetî bêjin. 
 
‘Ev tê wateya ku welatiyan tune dihesibînin’
 
Ebru Alapinar diyar kir ku partiyeke ku ked daye divê neyê girtin. Seda Daşpinar jî bi lêv kir ku girtina HDP’ê şaş e û wiha got: “Girtina partiyekê tê wateya ku welatiyên deng dane wê partiyê, tune dihesbînin. Ev kes li vî welatî dijîn û deng dane wê partiyê. Ji ber vê jî divê ew kes li meclîsê bên temsîlkirin. Bûyer bi girtina partiyekê nabe. Ez tiştekî şaşe. Ez li dijî girtina HDP’ê me. Dema ku li welat rewş ber bi cihekî din ve biçe, rojev tê guherin.”
 
‘Em ê bersiva pêwist di sindoqan de bidin’
 
Emîne Çiray jî ev tişt anî ziman: “Ez girtina HDP’ê rast nabînim. Tiştekî şaşe. Partiyeke ku evqas deng girtiye, evqas hilbijêrin wê hene. Ev ne raste. Wê teqez ji şaşiya xwe vegirin. Piştî îdiayên Sedat Peker berê xwe dan HDP’ê. Bi vê xwestin rojevê biguherin. Ev rêbaza wan ya ku her tim tê dubarekirinê ye. Em ê di sindoqê de bersiva vê bidin."
 
‘Siyaset qutiyek girtiye’ 
 
Jina bi navê Hîlal ku nexwest paşnavê xwe bide jî wiha bertek nîşan da: “Em girtina HDP’ê rast nabînin. Rêveberên desthilatdariyê biryara vê didin.” Welatiya bi navê Sevgî ku wê jî paşnav neda, got siyaset qutiyek girtiye û got: “Tu tiştek nayê zanîn û her kes şîroveyê dike. Yên di siyasetê de divê ji civakê re mînak bin.”
 
Yagmur jî destnîşan kir ku mirov dilê wan kê bixwaze wê dengê xwe bidin wê partiyê û got azadiya hilbijartinê heye. Yamgurê her wiha balkişand ser doza girtina HDP’ê û got ew vê rast nabînin û gotin desthilatdarî li şûna pirsgirêkan çareser bike mijarê berovajî dike, rojevê diguhere.
 
‘Ez denga vala bikar naynim’
 
Berru jî wiha bertek nîşan da: “Li welat gelek tişt tên veşartin. Doza girtina HDP’ê ne raste. HDP partiyek siyasiye. Yên deng didin HDP’ê hene. Ez di sindoqan de denga vala bikar naynim.
 
‘Welat baş bi rêve nabin’
 
Goksu Oflu daxuyakirin ku nikarin mafê 6 mîlyon kesî tune bihesibînin û got divê îdiayên Sedat Peker cidî bê girtin û wiha dirêjî dayê: “Ev doz bi armanca hewldana guhertina rojevê ye. Welat baş nayê birêvebirin. Ez wek xwendekarekî nikarim dawiya mehê bînim. Ez ê di sindoqê de bersiva vê bidim.”
 
Welatiyek din ku navê xwe neda anî ziman ew partiyekê nagire û wiha dawî lê anî: “Li vî welatî heta em bijîn, kê were em neçarin gotinên wan bînin cih. Ez li vir heta karibim biaxivim, bi yek kesî mirov nikarin bigihêjin cihekî. Em tên bêdengkirin.”