'Girtî ji bo demokrasiya civakî di greva birçîbûnê de ne'

  • 09:04 13 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN - Jinên  li Wanê dijîn balkişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku ket roja 200’î û bang li aliyên demokratîk kirin  daxwazên girtiyan bi dengê bilind bînin  ziman.
 
Girtiyên PKK û PAJK’î bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bin di 27’ê Mijdara 2020’an de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Grev di roja 200’î de ye. Der barê daxwazên girtiyan de rayedarên hikûmetê û wezerata dadê tu tiştekî nake û li Tirkiye û gelek welatên cîhanê der barê mijarê de çalakî û bername pêk tên.
Li Wanê me bi welatiyan re, siyasetmedar û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (STO) re rewş nirxand.
Jina bi navê Necla Tartan  daxuyakirin ku divê pisgirêka kurd bi rêbazên aştiyane bên çareserkirin û daxwazên girtiyan pêk bên û wiha got: “Bila êdî şer bi dawî be. Zextên AKP’ê yên li ser kurdan li holê ye. Her kes vê zilmê dibîne. Em bang li hemû jin û dayikan dikin; li dijî zilmê em dengê xwe bilind bikin. Em dawî li grevan bînin.”
 
‘Daxwazên girtiyan daxwazên me ne’
 
Endama Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) Edîbe Babur diyar kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û wiha dirêjî dayê: “Divê hemû sazî, rayedar bi hestiyarî tev bigerin. Encamên grevên berê li holê ye. Gelek cenaze ji girtîgehan derketin. Em naxwazin ev grev bi mirinan encam bibe. Divê demildest daxwaz bên cih. Li dijî vê dijhiqûqî û bêdadiyê, nîşandayina bertekan mirovahî ye. Daxwazên girtiyan daxwazên me hemûyan e.”
 
‘Li dijî neheqiyê di grevê de ne’
 
Rêvebera HDP’a Wanê Leyla Atsak jî wiha bi lêv kir: “Hevalên me tevî hemû bêderfetiyan bedena xwe dane ber mirinê. Li dijî neheqiyê û binpêkirinan ketin grevê. Divê em kanalên demokrasiyê hîn bêtir bidin zorê. Divê her kes peywira xwe bîne cih, deng bide grevan.”
 
‘Divê em li djî tecrîdê dengê xwe bilind bikin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan anî ziman ku polîtîkayên desthilatdariyê hewl dide grevên birçîbûnê ji nedîtî ve bê dîtin û ev tişt anî ziman: “Armanca esas a grevan ev e ku polîtîkayên tecrîdê ku bandor li ser hemû welat kiriye, bê teşhîrkirin. Tecrîd di serî de li Îmraliyê li hember Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Lê tenê bi girtîgehan namîne. Bandor li ser hemû qadên jiyanê kiriye. Li welat mirov nikarin der barê jiyan û pêşeroja xwe de yek gotinekê bêjin. Bi grevan jî balê dikşînin ser vê nokteyê. Yekane çareserî ev e ku divê mirov li dijî van polîtîkayan bertek nîşan bidin. Em banga hestiyariyê li civakê dikin. Di serî de jin, ciwan, kedkar û hemû gelên li welat divê li dijî polîtîkayên tecrîdê dengê xwe bilind bikin û bi çalakiyên xwe van polîtîkayan vala derxînin.”
 
‘Li cihê ku hiqûq tunebe divê demokraiya gel bikeve dewrê’
 
Hevseroka DBP’ê Gulderen Varli jî anî ziman ku desthilatdarî tenê berjewendiyên xwe esas digire û wiha dawî lê anî: “Em di ferqa hemû polîtîkayên desthilatdariyê de ne. Berê jî bi dehan carî girtî ketin grevên birçîbûnê. Ji bo vê yên jiyana xwe ji dest dan hebûn. Lê desthilatdariyê polîtîkayên neçareseriyê û zext li her qadê kir dewrê.  Ji ber vê bendewariya me ji desthilatdariyê tune ye. Divê dengê me bilind derkeve. Divê em di platformên berfireh de îtîrazên xwe bînin ziman. Ez bang li hemû kesî dikim ku xwedî li grevan derkevin.”