Diya girtiyê siyasî: Êdî bêdeng nemînin

  • 09:01 13 Hezîran 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Diya girtiyê sîyasî Hesîne Dogan têkildarî tecrîdê nêrînên xwe anî ziman. Hesîneyê da zanîn girtina kurê wê ne hiqûqî ye û wiha got:"Ger em li jiyana xwe binêrin em ê bibînin ku em hemû di tecrîtê de ne. Girtina kurê min, ne hiqûqî ye. Şert û mercên niha tê de ne xirab e. Ez 5 sal in wî nabînim. Ew û hemû hevalên xwe di bin tecrîda giran de ne."
 
Tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bi taybet jî li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin her ku diçe zêde dibe û hikumeta AKP’ê di vê mijarê de bêdengiya xwe diparêze. Li dijî vê girtiyên siyasî 199 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Yek ji van çalakvanan girtiyê siyasî Mesut Dogan ê 10 sal in di Girtîgeha Tekîrdagê de ye. Mesut Dogan wênevan û karker bû. Di temenê xwe yê 19 salî de tê girtin û 93 sal ceza lê tê birîn. Diya wî Hesîne Dogan serpêhatiyên xwe û kurê xwe tîne ziman û dibêje ew her di bin tecrîdekê de hatine hiştin. Her wiha Hesîneyê da zanîn pêwîst e ew destûra mezinbûna tecrîdê nedin.
 
'Ew wênevan e'
 
Hesîne Dogan a li ser tecrîdê ji ajansa me re axivî di serî de qala kurê xwe û girtina wî kir. Wê hemû bûyerên bi serê wan hatine weke tecrîdê nirxand. Ew dibêje her kurdek di bin bandora vê tecrîdê de ye û bi xwe nahesin. Hesîneyê wiha dewam kir:"Em malbatên xizan in û me zarokên xwe jî di bin şerdên dijwar de xwedî kir. Zarokên me kesên beredayî nînin, xwe nas dikin û cîhana xwe jî nas dikin. Belê kurê min Mesut jî piştî ku dibistana navîn qedand êdî hew çû dibistanê. Li gel bavê xwe û birayê xwe di karên çêkirina avahiyan de û her wiha bi tîcaretê re mijûl dibû. Lê beriya her tiştî jî ew wênevanekî jêhatî bû. Piştî temenê wî bû 19 salî tê girtin û 2 caran cezayê muhebetê lê dibirin."
 
'Wî zirar nedida kesekî'
 
Hesîneyê da zanîn lawê wê sê caran hatiye sirgunkirin û wiha berdewam kir:"Hunermend tucar zerarê nadin kesî. Ez jî wî nas dikim, kesekî pir hestiyar bû. Lewra niha bi qetilkirinê tê sûcdarkirin. Dema wî girtin jî demek dirêj me xeber jê negirt. Nedihiştin parêzer û malbat jî wî bibînin. Di wê demê de îşkence lê kirin. Piştî girtinê sê caran sirgun dikin. Niha jî li Girtîgeha Tekîrdagê ye. Ev 5 sal in jî ji ber ku hem derfeta me tune ye hem jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê min ji zû de ye kurê xwe nedîtiye. Ger hinek nêz ba, ez ê bikaribam biçiyam lê mixabin. Ez niha dipirsim, gelo ma ev ne tecrîd e? Di hundir de jî bi sedan û hezaran pirsgirêk rû didin. Yek jê jî pirsgirêkên wan ên tendirustiyê ne. Niha bi sedan hevalên wan di heman rewşê de ne. Bêyî ku sûcekî wan hebe di girtîgehan de ne."
 
'Divê em bibin dengê girtiyan'
 
Hesîneyê dibêje mînakên ku tecrîda li ser wan vebêje gelek in. Hesîneyê dibêje pêwîst e ku ew li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Hesîneyê wiha domand:"Yên ku siyasî bin bi taybet jî kurd bin her tim îşkence li wan tê kirin. Gelek caran ji ber tiştên gelek hêsan cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Wan dernaxin cihê hewayê digirin jî. Li wir êrişek derûnî tê meşandin. Pêwîst e em şiyar bin û destûra vê yekê nedin. Divê em bibin deng û rengê girtiyan."
 
'Êdî bêdeng nemînin'
 
Hesîneyê herî dawî wiha got:"Em kesên xizan in çuyîn û hatina girtîgehê jî ji me re pirsgirêk e. Li rex wê em her meh jê re pere jî dişînin. Em jî mexdûr in. Em dayik in, em şev û roj di fikara wan de ne. Ger ev tecrîd neyê şikandin wê êdî cihê me jî li tu deveran nemîne. Em hemû ji vê acizî û êşê nexweş ketine. Em tenê aştiyê û deriyekî azadiyê ya ji bo girtiyan dixwazin. Armanc ew e ku emrê hemû girtiyan di hundir de biçe. Me hêviya xwe ji hatina lawê xwe biriye, lê bila êdî hêvî neşkên. Ji bo tecrîd were bidawîkirin jî pêwîst e em têkoşînekê bidin û bêdeng nemînin. Tecrîd sûc e, tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Êdî bêdeng nemînin."