'Yên Îpek Er diparêzin dibin hedef'

  • 09:04 12 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Bersûcê tecawizê Mûsa Orhan ku doz li  Ezgî Mola vekir, ji nûve doza Îpek Er anî rojevê. Ji Rizgariya Jinan Başak Yeşîlot ku ji bo Îpekê çalakî pêk anîn û derbarê wan de doz hat vekirin, da zanîn ku hewl tê dayîn ku doza Îpek Er bê veşartin û got: “Divê bê gotin ku li Kurdistanê wek polîtîkayeke dewletê şîdet û zextên li ser jinan zêde bûne.”
 
Sala borî li Êlihê jina bi navê Îpek Er bi tecawiza çawîşê pispor Mûsa Orhan ve rûbirû mabû û piştî vê Îpek Er întîxar kiribû. Li ser bertekên rayagiştî bersûcê tecawizê Mûsa Orhan hat girtin û hefteyek şûnde hat berdan. Ezgî Mola di hesabê xwe yê çapemeniya civakî ya di 20’ê tebaxa 2020’an de, derbarê berdana Mûsa Orhan de parvekirin kir û li Ezgî Mola doz hat vekirin. Bi vê dozê re, doza Îpek Er ji nûve hat rojevê. Piştî parvekirina Ezgî Mola tecawizkar Mûsa Orhan derbarê Ezgî Mola de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc kir. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de bi daxwaza heta du salan li Ezgî doz hat vekirin. Her wiha der barê 16 kesên ku piştgirî dan Ezgî Mola jî serlêdana sûc hat kirin.
 
Rizgariya Jinan sala borî di 20’ê tebaxê de li Qada Taksîmê pankarta 'kujerê Îpekê pergala serdest ya mêr e' hildan û çalakî pêk anîn. Jin di çalakiyê de bi îşkencê hatin binçavkirin. Ji Rizgariya Jinan Başak Yeşîlot, ku wê demê hat binçavkirin, diyar kir ku wê her tim xwedî li doza Îpek Er derkevin.
 
‘Dewlet kirdeya şîdetê ye’
 
Başakê bi lêv kir ku bûyera Îpek Er, nîşaneya ku bi destê saziyên dewletê şîdeta li ser jinê tê sîstematîkirinê û wiha dirêjî dayê: “Li Kurdistanê wek polîtîkayeke dewletê şîdet û zextên li ser jinan zêde bûne. Ev tevgereke taybete. Di vê rewşa ku  hêzên dewetê şîdet, tacîz û tecawizê pêk tîne de, dewlet bixwe kirdeya şîdetê ye.
 
‘Hemû kesê dikevin piştevaniyê hedef tên girtin’
 
Başakê balkişand ser parvekirina Ezgî Mola ya ser Twitterê û got bi Twitterê rewş şermezar kiriye wiha domand: "Piştre jî derbarê Ezgiyê de doz hat vekirin. Bi vê re doz dîsa ket rojevê. Dewlet hewl dide dozê veşêre. Ji ber vê jî hemû jinên bi Îpekê re dikevin piştevaniyê hedef digire. Dema me li Taksîmê çalakî pêk anî em hatin binçavkirin. Em ji dosyayê berat bûn. Em ê dîsa jî şopdarê dozê bin. Hemû kesên dibêjin ku divê Mûsa Orhan bê girtin hedef tên girtin. Em dewleta mêr baş nas dikin. Bi hemû saziyên xwe çav berdane maf û destkeftiyên jinan. Em vê dewletê baş nas dikin. Lê dewleta mêr jî me nas dike. Me, yanî jinên ku li kolanan li edeletê digerin baş nas dike.”