ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 12 Hezîran 2021
  • Rojev
 
*Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahanli  bertek nîşanê doza ku cara duyem bi daxwaza girtina HDP’ê hatiye vekirin da û got desthilatdarî hewl dide rojevê biguhere û bi hincetên eletewş organîzasyona komployê ava dike. Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce jî  daxuyakirin ku ji bo gel û ji wan tu mafdariya vê dozê tune ye. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê, Serpîl Kemalbay, diyar kir ku 4’emîn Pakêta Darazê ya bi destê AKP-MHP’ê tê amadekirin wê di dozên  kuştinên jinan û îstîsmara zarokan de bêcezabûnê bîne û got: “Parlamento bûye wek noterê. Ger ku têkoşîna civakî bilind nebe wê bikaribin derxînin.” BI DÎMEN
 
*Bersûcê tecawizê Mûsa Orhan ku doz li  Ezgî Mola vekir, ji nûve doza Îpek Er anî rojevê. Ji Rizgariya Jinan Başak Yeşîlot ku ji bo Îpekê çalakî pêk anîn û derbarê wan de doz hat vekirin, da zanîn ku hewl tê dayîn ku doza Îpek Er bê veşartin û got: “Divê bê gotin ku li Kurdistanê wek polîtîkayeke dewletê şîdet û zextên li ser jinan zêde bûne.” BI DÎMEN  
 
*Parlamentera CHP’ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca diyar kir ku bi gotinên zayendperest ên wezîrê karê hundir Suleyman Soylu û lîderê çeteyê Sedat Peker bi piştgiriya dewletê, bedena jinê û têkoşîna jinê dike alav û bang li hemû jinên meclîs û jinên derve kir ku bêjin "dest ji ser hebûna jinê navê jinê bidin alî". BI DÎMEN  
 
*Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîka a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li dijî êrîşên Herêma Federal a Kurdistanê dê li ber Deriyê Sînor a Habûrê ya navçeya Silopiyê bên gel hevdû, meşek li dar bixin û piştre jî daxuyaniyek bidin. (11.00 - 16.00) BI DÎMEN