Feleknas Uca: Erka dayikan a di pêvajoyê de girîng e

  • 19:28 11 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - HDP'ê  bi minasebeta roja dayikan li Nisêbînê pîrozbahî li dar xist. Parlementera HDP'ê Feleknas Uca di pîrozbahiyê de axivî û got: "Yê ku tecrîdê bişkînin, yên ku şerê biratiyê ji holê rakin wê dayikên me bin û pêwîst e ji bo têkoşîna di vê oxirê de dayik amade bin."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta roja dayikan a boriye li navçeya Nisêbînê pîrozbahî li darbxist. Rêxistina DBP, HDP, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, Dayikên Aşitiyê û dayikên Mêrdînê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di destpêka pîrozbahiyê de sînevîzyona ji bo bîranîna Dayîkên Aşitiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane hat pêşkêşkirin û Koma Jinên Ciwan a MKM' ya Amedê di şahiyê de stran berz kirin. Ango Feleknas Uca û berdevka Dayikên Aşitiyê ya Nisêbînê Perîhan Altug axivîn.
 
‘Divê dayik di pêvajoyê de rola xwe bilîzin’
 
Perîhan di destpêka axaftina xwe de li ser navê dayikên Aşitiyê, Dayikên Şemiyê û dayikên têkoşerên azadiyê hemûyan roja dayikên amade ne pîroz kir.  Perîxan wiha berdewam kir: “Em dayik herî zêde hev fam dikin, ji ber ku êşa me yekbe, pêwîst e armanca me jî yek be. Divê em demildest jî ji bo aşitiyê serî rabikin. Em pêvajoya heyî dişopînin, divê em jî rola xwe di pêvajoyê  bilîzin û bibin yên ku aştiyê bînin.”
 
'Binketina wan nêz bûye'
 
Feleknas Uca jî di serî de roja dayikan pîroz kir. Feleknas wiha dest bi axaftina xwe kir: “Roj nîne ku dayikên me negirî, roj nîne ku yek nayê girtin û nayê şehîtxistin. Ji ber ku sîstem li ser xwîna zarokên me xwe dide xwedîkirin. Ji ber ku wendakirin û binketina wan nêz bûye, ew êrişa xwe zêde dikin. Ji ber ku nikarin li hemberî têkoşîna kurd rawestin weke gurên hat êriş dikin.”
 
‘Azadiya rêbertî divê erka me ya sereke be’
 
Feleknas di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîdê û wiha berdewam kir: “Êdî em qala tecrîdê jî nakin. Pêwîst e em ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan têbikoşin. Dem ew deme ku em êdî azadiya wî û ya hemû girtiyên sîyasî yên ku rehîn hatine girtin serî rakin. Di salên 2012 û 2015’an de di pêvajoya aştiyê de me dît ka felsefe û gotinên rêbertî bandorek mezin li tirkiyeyê kir. Guherînên mezin ava kirin. Lê berê cardin Erdogan ket dewrê û got pêvajoya aştiyê tune ye. Azadiya rêbertî ji me re girîng e pêwîstve em demildest jî bi têkoşîna xwe vê yekê bi dest bixin.”
 
‘Êdî rabin’
 
Feleknas wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim dayikan di aştiyê de rolek girrîng lîstine. Di roja îro de li Başûrê Kurdistanê şerek navxweyî bi destê îqtidara tirkiyeyê pêk tê. Pêwîst e em dayik rabin û bibin wesîleya sekinandina şerê birakujiyê. Dayikên me niha divê rola xwe bilîzin. Dem dema we ye. Erka we di pêvajoyê de mezin e. Divê hûn li malên xwe êdî rûnenên. Li malê tiştek ji destê me nayê. Êdî rabin.”
 
Şahî bi stranên ku koma MKM’ê re bi dawî bû.