Li Şirnexê serdana esnafan hat kirin

  • 16:15 11 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di pêşengiya Komîsyona Ekolojiyê ya KCD, DBP û HDP'ê de li navenda Şirnexê serdana esnafan hat kirin.
 
Komîsyona Ekolojiyê ku ji Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Heremên Demokratîk(DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), pêk tê piştî çalakiya xwe ya rûniştinê ku li dijî texrîbata ekolojiyê û şewata li Çiyayê Cudî ku pêk anîn, li şirnexê jî serdana Esnafan kirin û bal kişandin ser texrîbata ekolojîiyê ku li herêmê tê kirin.  
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Oztûrk, Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP'ê Tûlay Hatîmoglu, Dersîm Dag, Hûseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, endamê MYK'ê Salîm Kaplan, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, ekolojîst û gelek kes beşdarî serdana esnafan bûn.
 
Girse, li taxa Gazîpaşa û Kada Omer Kavak çû serdana esnafan, pirsgirêkên wan guhdar kir û banga xwedîderketina li xwezaya xwe li esnafan hat kirin.