ÎSÎG: Di 8 salan de 513 zarokî li ser kar jiyana xwe ji dest dane
- 14:10 11 Hezîran 2021
- Rojane
Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya derbarê mirina li ser kar a zarokan de; di 8 salên dawîn de herî kêm 513 zarokan li ser kar jiyana xwe dest dane.
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG), rapora xwe ya ku derbarê mirina zarokên a li ser karker de amade kiribû, weşand. Li gorî raporê; di 8 salên dawîn de herî kêm 513 zarokan li ser kar jiyana xwe dest dane. Di raporê de hat diyarkirin ku girtina dibistanan bûye sedem ku hejmara zarokên karker zêde bibe û li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyona zarokên karker hene.
Daxwazê pêşîlêritina karkeriya zarokan
Di raporê de ji bo pêşîlêgirtina karkertiya zarokan ev daxwaz hatine kirin:
“* Divê pergal û polîtîkayên perwerdeyê yên hêza kar a zarok a erzan teşfîq dike û bingeha vê ava dike bên bidawîkirin.
* Divê daneyên derbarê keda zarokan de bi awayekî zanistî, ewle û birêkûpêk bên weşandin.
* Divê kes û saziyên ku karkerên zarok bêqeyd didine xebitandin neyên paşguhkirin û cezayên giran li wan bên birîn.
* Divê hemû zarok bêpere û bi awayekî baş di kontrola tenduristiyê re bên derbaskirin û şertên wan jiyanî bên başkirin.
* Divê karkeriya zarokan bê qedexekirin.”