'Bi guherîna pergala serdest a mêr çareserî dikare pêk bê'

  • 09:02 11 Hezîran 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Mêrên nûnerên partiyên siyasî û STO’yan diyar kirin ku şîdeta li hember jinê û zext pirsgirêka civakî ye û bi guherîna pergala serdest a mêr çareserî dikare pêk bê.
 
Nûnerên mêr ên partiyên siyasî û Rêxistinên Civaka Sivîl (STO) diyar kirin ku cihê ku mirovahiyê azadiya xwe lê winda kiriye cihê ku jin lê kole bûye û yên dipelçiqînin ne azad in. Her wiha mêran daxuyakirin ku ji bo şîdeta li ser jinê bi dawî be divê pergala serdest a mêr ji kokê bê guherîn û gotin li dijî feshkirina Peymana Stenbolê divê îtîrazek xurt pêş bikeve.
 
Di civakên serdest ên mêr de reform dikarin şoreşê jî pêk bînin
 
Ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê Ahmet Çîçek bi lêv kir ku her cureyê şîdeta li ser jinê ji pergalê ne qut e û  sererastkirinên qanûnî têr nakin. Ahmet got rewşa di qanûna hejmara 6284’an de tê îfadekirin pêvajoyek normatîf e lê tu car di esasa qanûnê de hukum nedaye û wiha got:"Xuyaye ku guherînek pergalê pêwist e. Divê pergal ji cihekî ku jinê dibîne, mêrtiyê terk bike. Divê di hemû tevgerên cîhanê de heman tevger bê. Li welatên wek Tirkiyeyê reformên qanûnî jî şoreşê dihewînin."
 
'Mêr jî dikarin ji bo Peymanê gotina xwe bêjin'
 
Ahmet wiha pê de çû:"Mêr jî bi sekna xwe dikarin piştgiriyê bidin tevgera jinan. Dikarin bi çalakiyan jî piştgiriyê bidin. Mînak Peymana Stenbolê tenê jinan eleqeder nake. Divê mêr jî Peymanê îfade bikin. Divê pêşengiya jinan bê dîtin û bi taybet mêr vê biparêzin."
 
'Divê pergala perwerdehiya zayendperest biguhere'
 
Ji Rêveberiya Şaxa Egîtîm Senê ya Îzmîrê Sefa Davarci jî destnîşan kir ku di şertên kapîtalîzmê de cîhaneke ku jin tê de azad in pêkan e û ev tişt anî ziman:"Em bawer dikin ku jin wê cîhanek hîn bêtir xweş biafirînin. Niha di pirtûkên dersê de perwerdeya zayendperest dest pê dike. Divê pirtûk ji nû ve bên nivîsin. Divê li zanîngehan mamoste têkoşîna jinan bike navendê. Têkoşîna jinan hatiye asteke cidî û ji me re jî pêşengî kiriye. Jin ji malê dernakevin û sedema vê jî rolên di hundirê malê de ne. Ji bo jin dakevin qadan û kolanan divê mêr rolên li malê bigirin ser xwe.  Çawa ku mêr dixwazin derkevin derve, divê jin jî derkevin. Ev ji rolan diqewime."
 
'Jinan qedexe vala derxistin'
 
Ji rêveberiya Partiya Azadiya Civakî Erkan Gokber jî nêrînên xwe wiha anî ziman:"Jin li dijî krîza mêrtiyê xwe rêxistin dikin. Dema mirov li berxwedanan dinêrin, jin bi berxwedêriya xwe di eniya herî pêş de ne. Ev li hemû cîhanê wisa ye. Li Rojhilata Navîn li Latîn Amerîkayê. Li Tirkiyeyê tevî OHAL’ê jinan her tişt vala derxistin. Li Rojava, Kurdistan û Rojhilata Navîn ev rewş tê dîtin."
 
'Guherîn bi têkoşîna azadiya jinê pêkan e'
 
Erkan her wiha ev tişt bi lêv kir:"Divê kapîtalîzma patrîarka ji holê bê rakirin. Pergaleke kapîtalîzmê ya jinan bi kar tînin heye. Karkerên mêr jî jinê dike kole. Konforeke mêrtiyê bi me gelekan diafirîne. Divê ev pergal ji kokê biguhere. Ev jî hem bi rakirina kapîtalîzmê hem jî bi têkoşîna azadiya jinê dikare pêk bê. Mêr bi rolên ‘lîderê malê’, tên teşekirin. Ji bo ku ji teşeyê mêrtiyê qutbûn pêk bê divê her kes têbikoşe. Em divê piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jinê. Divê em her roj mêrtiya di dilê xwe de bikujin.  Berê atolyeyên mêrtiyê dihatin kirin. Me hewl da em kotaya jinê zêde bikin. Çareseriyên wek kotaya ji sedî 50 a jinê têr nekir. Divê mêr li ser jinan nebin sî. Ger wisa be ji xwe ev kota ji holê radibe."
 
'Azadiya mirovajiyê bi koletiya jinê winda bû'
 
Ji rêveberiya HDP’a Îzmîrê Hacay Yilmaz destnîşan kir ku ji bo civakeke azad, rêxistinbûna jinê girîng e û ev tişt daxuyand:"Mirovahiyê azadiya xwe bi koletiya jinê winda kir. Ev jî tê vê wateyê, divê jin azad be. Em ji partiya xwe re jî dibêjin partiya jinê. Civaka ku şoreşa jinê lê tune azad jî nabe. Têkoşîna jinê ya çîn û nasnameyê têkoşîna hevpar a hemû bindestan e. Divê hemû bindest bi şertên wekhev tevlî têkoşînê bibe. Wê demê wê çîna serdest a mêr ji holê rabe. Têkoşîna azadiya jinan gelek girîng e. Vê têkoşînê bi dîroka cîhanê nûneriya wekhev û hevserokatî daye qezenckirin. Vê jî jiyana nû ji xwe nîşan daye."