Dê li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê û operasyonan çalakî bên lidarxistin

  • 14:46 10 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li dijî agirê bi Çiyayê Cûdiyê ketiye, talankirina xwezaya li Başûrê Kurdistanê û operasyonên derveyî sînor dê li Şirnexê çalakî bên lidarxistin. Dê çalakiyên li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bi pêşengiya ekolojîst, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedaran bê lidarxistin. 
  
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi beşdariya ekolojîst, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedaran wê li dijî şewata li Çiyayê Cûdiyê, talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê û operasyona derveyî sînor dê li Şirnex û navçeyên wê du rojan rêzeçalakiyan li dar bixin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê jî wê beşdarî çalakiyan bibin. 
 
Ji bo piştevaniyê bang hat kirin
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz têkildarî çalakiya wê li dar bixin bang li xelkê herêmê kir ku gel mil bide milê wan û li dijî talankirina xwezayê û operasyonên leşkerî derkevin. 
 
Dê bername du rojan bidome
 
Di 11’ê Hezîranê de wê li qûntarê Çiyayê Cûdiyê li qada Kiron û Gundikê saet di deh û nîvê serê sibehê de çalakiya rûniştinê li dar bixin û saet di sisêyê danê esir de jî daxuyaniyê bidin. 
 
Ev şande wê heman rojê li navenda Şirnexê jî serdana esnafan bike. 
 
Dê meş bê lidarxistin
 
Şande wê roja 12’ê hezîranê jî saet di dehê serê sibê de, li navçeya Silopiya Şirnexê serdana esanfan bike. Şande wê saet di sisêyê danê esir de jî ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve li dijî operasyonên leşkerî meşekê li dar bixe û saet di çaran de jî daxuyaniyê bide çapemeniyê.