Meclîsa Îştar êrişên li ser Mexmûrê şermezar kir

  • 14:45 10 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Meclisa Îştar, êrişa li ser Herêma Federal a Kurdistanê û Mexmûrê bi daxuyaniyê şermezar kirin û banga têkoşîna hevpar li partiyên kurd kir.
 
Meclisa Îştar ya Wargeha Penabera a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya xwe li dijî êrişên arteşa tirk a li ser Herêma Fêderal a Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Mexmûrê daxuyanî da. Daxuyaniyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Xurbet Îşlek daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Divê em hemû vê pirsê ji xwe bikin çi karê dewleta dagirker li başûrê Kurdistanê heye. Eger armanc ne tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd be. Tirk a dagirker û Erdogan hemû destkeftiyên kurdan ji xwe xeterî dibînin. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe ya heyî ve êrişî li ser kurdê berxwedêr, gerîlayên azadiyê Kurdistanê dikin. Ev qasî du meha ne li hember hemû êrîşên dewleta tirk gerîla li ber xwe dide û hemu teknîka deweta tirk vala dertêxe. Em vêna baş dizanin ku dewleta Tirk a faşîst netenê dixwezin li hemberî PKK şer bidin meşandin,  armanca wan ya sereke ne tenê PKK û hêzên gerîlane. Armanca wê ya bingehin tunekirin û ji holê rakirina Gelê Kurd e. Niha em dibînin dixwazin hemû xaka başûrê Kurdistanê ya ku bi xwîna sedhezaran şehît hatî rizgarkirin dagir bike.
 
Wargeha me wargehek ji aliyê NY û dewleta Iraqê ve bi fermî tê naskirin, lê ruxmê van hêzan ji dewleta Tirk tê wargeha me bombabaran dike. Em bang li NY û dewleta Iraqê dikin erka xwe ya li hemberî wargeha me xwedî derkevin û li hember vê hovitiya dewleta Tirk bibin xwedî helwest. Heya ku dewleta Iraqê û NY bêdeng bin, dewleta Tirk wê êrişên xwe berdewam bike û emê wek gelê wargehê bedelan bidin. Lê ev bedelên em didin ne tenê dewleta Tirk, dewleta Iraqê û NY jî berpirsyarin.
 
Hêvî û daxwaza me jinan ji hemû hêzên siyasî û Gelê Kurd ew e, civaka kurd ya ku ji bo azadiya Gelê Kurd û Kurdistanê bedeldayîn, bi yekgirtina Gelê Kurd em rê li hember dagirkeriyê bigirin û Gelê Kurd bikin xwedî nasnameyek azad. Ji ber ber ku niha hemû hewildanên dewleta Tirk ew e şerekî giran di navbera hêzên kurdî de bide çêkirin.  Ji ber ku dema dewleta tirk li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê têk çu, hema hewara xwe gihand mala Barzanî û niha bi lîstokên qirêj dixwazin şerekê di navbera kurdan de derbêxe, daku dewleta tirk bikare başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike.
 
Em bang li Gelê Kurd û hemu hêzên siyasî yên ku xwe nûnerên Gelê Kurd dibinin dikin. Bila li ser bingehê siyasetek hevpar ya ku di berjewendiyên Gelê Kurd de kom bibin û li hember dagirkeriya Erdogan têbikoşin.
 
Ji ber em baş dizanin û dibinin, tirsa dewleta tirk yekîtî û yekrêziya Gelê Kurd e. Gelê Kurd û hêzên siyasî vêna baş dibinin, xwenegirtina dewleta Tirk a dagirker li hemberî desteftiyên ku Gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bi dest xistine û destektiyên ku niha li Rojavayê Kurdistanê tên bi dest xistine.
 
Jinên kurd bi taybet dayikên kurd ev yek heq kirine ku hêzên siyasî xwesteka dayikan û sedhezaran cangoriyên Gelê Kurd pêkbînin.”