'Tecrîd li ser hemû kurdan tê meşandin'

  • 12:51 10 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Rêxistina DBP, HDP û TJA’yê xwestin têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî daxuyaniya çapemeniyê bidin. Polîsên ku avahiya HDP’ê dorpêç kirin xwestin bibin asteng. Çalakvanan li dijî astengiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA)  li dijî tecrîdê xwestin li ber deriyê avahiya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Polîsên ku avahiya HDP’ê dorpêç kirin, xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Rexmê astengiyan çalakvanan daxuyanî dan û li dijî astengiyê jî çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevserokên DBP’ê Weysî Parildi, Şukran Erol, Hevserokên HDP’ê Salîh Kuday, Perîxan Agaoglu, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser  “Em Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin” hatibû nivîsandin, hat hilgirtin û dirûşmên weke "Li dijî tecrîdê serî rake", "Em ê bi Berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. 
 
'Pêwist e em bibin dengê girtiyan'
 
Salîh Kuday di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha got:"Ev 22 sal in tecrîda girankirî li ser Birêz Adullah  Ocalan tê meşandin. Ev tecrîd li ser hemû girtiyên sîyasî li ser malbatên girtiyan û kurdan tê meşandin. Li dijî tecrîd û bêmafiyan jî 196 roj in çalakiya greva birçîbûnê heye. Pêwîst e em bibin dengê girtiyan û piştgiriyê bidin çalakiya wan. Ji ber ku em di tecrîdê de ne."
 
Di daxuyaniyê de li dijî astengiya polîsan çalakvanan çalakiya dengderxistinê û rûniştê li dar xistin.  Daxuyanî bi dirûşmên "Li dijî tecrîdê serî rake", "Em ê bi Berxwedanê bi ser bikevin"   bi dawî bû.