Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Hedefek din wê li hember destkeftiyên PDK’ê be

  • 09:07 10 Hezîran 2021
  • Rojane
ENQERE - Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku li hemberî destkeftiyan êrişek heye û got: “ Îro Şengal û Mexmûr hedef tên nîşandan. Lê bila bê zanîn ku hedefa piştî vê wê PDK bixwe be. Divê demildest dest ji vê siyasetê bê berdan û her çar parçeyê Kurdistanê li gorî berjewendiyên netewî ya kurdan xizmetê bide.”
 
Arteşa Tirk li hember Herêma Federal a Kurdistanê di 23’yê nîsanê de operasyona leşkerî da destpêkirin û didome. Li herêma Zap, Avaşîn û Metîna tevgera leşkerî û şer didome û di rojên borî de Wesayîtên Hewayî yên Bê Mirov yên Çekdarî (SÎHA) kampa Mexmûrê bombebaran kir. Ligel vê li herêma Metîna jî sewqiyateke leşkerî ya cidî hat kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, êrîşên arteşa tirk ên bi destê PDK’ê dike de axivî.
 
‘Wekê ku PKK operasyonan dike, nîşan dan’
 
Dîrayetê da zanîn ku roja AKP bûye desthilatdar gotinên dagirkirina li hember Başûr zêde bihistine û di seranserê dîroka komarê de ji aliyê siyasetmedarên Tirkiyeyê ve, derbarê sînorên 'mîsakî mîlî' de îtîraz çêbûn û ji bo rojevîkirina vê her tim daxwaz hatine ziman. Dîrayetê ev tişt vego: “Em behsa siyaseteke ku Sûriye, Misir, Tunus û Iraq jî têde ji nûve xêzkirina sînorên mîsakî mîlî dike, dikin. Li gorî konjektora demî siyaseteke ku diyar dibe heye. Di 2011’an de di şerê li Sûriyeye de plan û proje vala derketin û hesabên malê bi derve negirt. Her çiqa di siyaseta Sûriyeyê de têk biçin jî  her çiqa li Rojahilata Navîn  siyaseta derve vala derketibe jî, di esasê de di siyaseta li hember Kurdistanê de israr dikin. Dest ji dagirkirinê bernadin. Wekê ku niyeteke wan ya dagirkirinê tune, wekê ku vê operasyonê PKK dike, nîşan didin."
 
‘Li dijî statu û nasnameya kurd siyasetek tê meşandin’
 
Dîrayetê bi lêv kir ku hemû êrîşên li hember Başûr li hember destkeftiyên kurdane û Gelê Başûr ji bo destkefiyan têkoşînek mezin daye û bedelên giran dane û wiha dirêjî dayê: “Siyaseteke ku destkeftiyên wir tune bikin, tê meşandin. Di vê sedsalî de carek din derket holê ku Rojhilata Navîn û cîhan naxwaze ku kurd ji nûve stratejiya xwe diyar bikin û bibin xwedî maf. Di sedsala 21’ê de çawa welatê kurdan li çar parçeyê veqetandin, çawa her parçe dan netew dewletan, çawa ku hebûna kurdan xetere dîtin, niha dixwazin dîsa tune bikin. Îro vê siyasetê jî bi navên din dixwazin normal bikin dixwazin wekê ku ji kurdan razîbûn girtine, nîşan bidin. Dixwazin PDK’ê bikin parçeyeke vê siyasetê û di esasê de ji kurdan re derewan dikin. Ya ku dertê pêş ev e ku dixwazin kurdan bê statu û nasname bihêlin."
 
‘Statuya Êzidiyan nayê qebûlkirin’
 
Her wiha Dîrayetê balkişand ser agahiyên ku di çarçoveya operasyona ku bi piştgiriya PDK’ê hatiye kirin û Şengal teslîmê YNK’ê hatiye kirin û wiha dirêjî dayê: “Şengal ji bo hemû kurdan cihekî girîng e. Di 2011’ê de bi şerê Sûriyeyê re li Rojhilata Navîn hovîtiya DAIŞ’ê hat jiyîn. Gelê Kurd û Êzîdî ev hovîtî jiyan. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û jin hatin revandin firotin. Şengal di asta cografîk de xwedî stratejiyek girîng e û di sêgoşeya Başûr û Rojava de cih digire. Ji ber vê jî bi stratejîk dixwazin Kurdistanê parçe bikin û dixwazin herêmek tampon ava bikin. Ji ber vê jî berê xwe didin gelê Êzidî. Êzidî tevî bedelên ku dane, li wir statu ava kirin.  Lê ev statu nayê qebûlkirin û êrîşek li hember statuyê heye.”
 
‘PDK çima nerehet dibe?”
 
Dîrayetê destnîşan kir PDK xwe wek partiya Kurdistanê bi nav dike lê li gorî wê tevnagere û wiha berdewam kir: "PDK’ê di êrîşa li hember Şengalê de rolek neyînî girt ser xwe. Li şûna xwe rexnedayîna xwe bide, hewleta xwe didoman. Hêzên Neteweyî dikarin kurdan bînin hember hev, Kurdistanê dagir bike, ji mafên wan bêpar bihêle. Ev helwesta hêzên navneteweyî dikare bê fêmkirin, partiyeke kurdan ya ku bi salane dibêje li ser navê kurdan têdikoşe, ji vê re pêşengî kirin, ji bo dîrokê windahiyek mezine. Îtîraz û nerazîbûnên gelê Başûr gelek mezine. PDK çima ji statuya taybet a Şengalê nerehete? Divê PDK ewil bersiva vê bide. PDK dibêje bila hesabên biçûk be yên min be, ez tenê bibim xwedî gotin. PDK wisa tevdigere. Vê ferastê bi kurdan gelek tişt da windakirin.”
 
‘Hedefa piştî vê PDK ye’
 
Dîrayetê der barê êrîşên bi SÎHA’yê ya li hember Kampa Mexmurê nirxand û wiha pê de çû: “Li dijî daxwazên mirovahî yên kurdan, bêtehemuliyek mezin a AKP’ê heye. Du roj beriya bombebarankirina Mexmûrê Erdogan, Mexmûr hedef nîşan dabû. Du roj şûnde bi SÎHA’yan bombebaran kirin, SÎHA bi destê  PDK’ê ji baragehên li Başûr rabûn. Ji wê erdnîgariyê rabûn û êrîşên Mexmûrê kirin. Ev şermeke mezin e. Ev rewş nikare bê vegotin, ev siyasteke bêcidiyete. Îro Şengal û Mexmûr hedef tên nîşandan. Lê bila bê zanîn ku hedefa piştî vê wê PDK bixwe be. Divê demildest dest ji vê siyasetê bê berdan û her çar parçeyê Kurdistanê li gorî berjewendiyên netewî ya kurdan xizmetê bide.”