Dayikên Botanê: Yekîtiya neteweyî bi yekîtiya ziman pêkan e

  • 09:05 10 Hezîran 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayikên Botanê, bertek nîşanî êrîş û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî dan.  Dayikan, bilêv kirin ku ew dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehî yê û gotin: “Yekitiya neteweyî bi yekitiya ziman pêkan e.”
 
Êrîşên îqtîdarê yên li dijî zimanê kurdî bê navber berdewam dikin. Gelek kesên ku ji ber kurdî stran gotin û axivîn hatin girtin, an jî hatin qetilkirin. Îqtîdar îro jî bi rêbazên cur bi cur û asîmîlasyona ku pêş dixe êrîşî zimanê kurdî dike. Herî dawî Tora Ziman û Çanda Kurdî, di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê de kampanyaya “Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Perwerdehiyê” dabû destpêkirin. Kampanyaya hat destpêkirin ji aliyê kurdan ve elqeyeke mezin dît û gelek kesî îmze avêtin binê vê kampanyayê. Dayikên Botanê jî piştgirî dan kampanyayê û têkildarî êrîşên li ser zimanê kurdî axivîn. 
 
Heznî Arslan jî êrîş û asîmîlasyona li dijî zimanê kurdî şermezar kir û got: “Hebûna zimanê kurdî hebûna Gelê Kurd e. Zimanê kurdî ji bo me gelek girînge. Jiyana me dayikan kurdî ye. Lê belê em diçin saziyên dewletê tirkî li me ferz dikin. Em dixwazin hemû kes di malên xwe de bi zarok û hemû kesên li malabata xwe re bi kurdî biaxive. Em dixwazin jiyana me tim kurdî be ji ber ku em kurd in. Dema zimanê me tune bibe, em ê jî tune bibin. Dewlet çixwasî êrîşî zimanê me bike û qedexeyan bike jî em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Heta em hebin em ê xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em ê destûrê nedin ku di malên me de tirkî bê axaftin. Ez destûrê nadim ku zarokên min di malê de tirkî biaxivin. Botan bi zimanê xwe tê nasîn. Lê di demên dawiyê de hin malbatên me bi zarokên xwe re tirkî diaxivin. Banga me ji wan re ew e ku bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin. Jiyana kurdî ye. Em dayik jî wek mamosteyên zimanê kurdî ne. Ji ber wê berpirsiyariyeke mezin di vî warî de dikeve ser milên me. Em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehî yê. Em dixwazin perwerdehiya kurdî di dibistanan de bidin zarokên me.”
 
‘Divê yekîtî bê avakirin’
 
Dayê Hatîce Durmuş bilêv kir ku zimanê kurdî di jiyana wan de xwedî cihek girînge û ev tişt got: “Em li saziyên fermî yên dewletê nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Em tirkî nizanin ji ber ku zimanê me zimanê kurdî ye. Em dixwazin li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Daxwaziya me ew e ku bila dibistanên me jî kurdî bin û zarokên me perwerdehiya kurdî bibînin. Dibistanên me yên kurdî hebûn û dewletê hemû girtin. Bi girtina dibistan û saziyên zimanê kurdî re gelek kes girtin û kirin binçavan. Dewlet ji zimanê me ditirse. Hemû ziman li Tirkiyê serbestin, lê bi tenê zimanê me qedexe ye. Mirov çiqasî ziman bizanibe başe. Lê belê divê mirov zimanê xwe jî ji bîr neke. Em dixwazin zimanê me jî azad û fermî be. Divê Gelê Kurd  xwedî li zimanê xwe derbikeve. Em dixwazin kurd jî bi zimanê xwe bi awayek azad biaxivin. Ger ku di nav kurdan de yekitî hebûya dê îro zimanê me azad bûye. Divê yekîtî bê avakirin. Divê tifaqa me yek be. Ji bo zimanê kurdî azad be divê em Gelê Kurd rabin ser piyan û yekîtiya xwe ava bikin. Wekî ku mezinên me jî gotine 'ger em nebin yek em ê herin yek bi yek'. Divê em vê gotinê baş şîrove bikin.”
 
‘Ger zimanê me winda be em ê jî winda bin’
 
Aynur Elçîoglu jî da zanîn ku êrîşên li dijî zimanê kurdî ji berê û heta roja îro bênavber berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em êrîşên li ser ziman qebûl nakin. Em ziman û nasnameya xwe dixwazin. Em dixwazin zimanê me azad be. Jiyana me tim kurdî ye. Dayikên me dema diçin nexweşxaneyan tirkî li wan tê ferzkirin û nikarin xwe bînin ziman. Dema em kurdî diaxivin êrîşî me dikin. Ez destûrê nadim ku zarokên min jî tirkî biaxivin. Em dixwazin li her qada jiyanê jiyana me kurdî be. Îqtîdar ji ber êrîşî kesên kurdî diaxivin dike. Îqtîdar di her aliyî de êrîşî jiyana me dike.  Destûrê nadin em bi zimanê xwe biaxivin. Tehemûla wan ji zimanê me re tune ye. Em dixwazin zimanê me azad be. Em destûrê nedin ku zarokên me tirkî biaxivin. Êrîşên li dijî zimanê me hertim berdewam dikin. Mînak dixwazin şêniyên Cizîrê jî asîmîle bikin û îro ji ber vê ye ku esnafên me bi tirkî bi me re diaxivin. Ger zimanê me winda bibe em ê jî winda bin. Divê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Em jiyana xwe bikin kurdî. Em dixwazin zimanê me jî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Divê em dayik bibin yek û doza zimanê xwe bikin. Ger ku yekîtî çêbibe dê zimanê me jî azad be. Dema mirov bibe yek dê hertişt bibe. Li hember êrîşên li dijî ziman divê em serî rakin û xwedî li zimanê xwe derbikevin.”
 
‘Divê em kurd xwedî li zimanê xwe derkevin’
 
Herî dawî Dayê Nuriye Bîlîr jî diyar kir ku îktîdar bi êrîşên dike dixwaze zimanê kurdî tune û asîmîle bike û wiha pêlda axaftina xwe: “Em dayik tirkî nizanin lê me neçarî tirkî dikin. Em dixwazin hem em dayik û hem jî zarokên me bi awayek azad zimanê xwe li hemû qadan biaxivin. Em bi zarokên xwe re bi tirkî na axivîn. ziman. Em dixwazin li ser axa xwe li hemû qadan bi awayek azad zimanê xwe biaxivin. Bila Gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Ji ber ku îqtîdar dixwaze zimanê me tune bike. Em tu carî dev ji ziman û nasnameya xwe bernadin. Em ê xwedî zimanê xwe derbikevin. Divê dayik tu carî bi zarokên xwe re tirkî neaxivin.  Ger em xwedî zimanê xwe derbikevin em ê zimanê xwe bikin zimanê fermî û perwerdehiyê. Erdogan dibêje ‘yek dewlet, yek mîlet, yek ziman û yek al.’ Lê em vê qebûl nakirin. Em wekheviyê dixwazin. Divê em kurd bibin yek û xwedî li zimanê xwe derkevin.”