ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 10 Hezîran 2021
  • Rojev
*Jinên Şemrexê yên li bazarê dixebitin bi hewildaneke mezin keda xwe derdixin pêş. Jinên ku bi hev re dixebitin dibêjin cihê jin lê dixebitin yekitî aramî bêhtir lê tê xuyakirin. BI DÎMEN
 
*Karkerên çandiniyê yên keda wan tê binpêkirin, diyar kirin ku bendewariya wan ji hikûmetê nemaye û  gotin ew têk diçin. DÎMEN HEYE
 
*Ji sala 1920’î heta niha li erdnîgariya Kurd ya bi çekên kîmyewî hat bombebarankirin, komkujiya mirov û xwezayê didome. ÇAVDÊRÎ
 
*Dayikên Botanê, bertek nîşanî êrîş û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî dan.  Dayikan, bilêv kirin ku ew dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehî yê û gotin: “Yekitiya neteweyî bi yekitiya ziman pêkan e.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku li hemberî destkeftiyan êrişek heye û got: “ Îro Şengal û Mexmûr hedef tên nîşandan. Lê bila bê zanîn ku hedefa piştî vê wê PDK bixwe be. Divê demildest dest ji vê siyasetê bê berdan û her çar parçeyê Kurdistanê li gorî berjewendiyên netewî ya kurdan xizmetê bide.” BI DÎMEN 
 
*Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê li ber deriyê avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî were dayîn. (11:00)