HDP'yî bi Dayikên Aştiyê re hatin gel hevdu

  • 16:43 9 Hezîran 2021
  • Rojane
 
RIHA - HDP'yîyên li Pirsûsê çalakî li dar xistin bi Dayikên Aştiyê re hatin gel hevdu.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi çalakiya li Pirsûsê li dar xist bi Dayikên Aştiyê re hat gel hevdu. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Remzîye Tosûn beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Remziye Tosûn ya di çalakiyê de axivî bal kişand ser zextên li ser dayikan û wiha got:"Têkoşîna dayikan dixwazin bi hepsa malê têk bibin lê belê kesên vê yekê dikin dê bi ser nekevin. He wiha ev 23 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîd, polîtikaya zilmê hene. Ev tecrîd li her derê belav bûye. Civak hemû hat tecrîdkirin. Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê nêzî 200 rojî bûn lê belê îktidarê heta niha tu gav paşde neavêtiye."
 
Piştî axaftinên hatin kirin çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.