Ji Konferansa Jinê ya HDK'ê banga têkoşîna antîfaşîzmê

  • 14:01 9 Hezîran 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Siyasetmedarên di 11'emîn Konferansa Jinê ya Giştî ya Awarte ya HDK'ê de axivîn banga têkoşîna hevpar a antîfaşîzmê kir û hat gotin dê têkoşîna jinê ya enternasyonal bê mezinkirin. 
 
Meclîsên Jinan a Konferansa Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma "Em li dijî dewleta mêr serî hildidin em ê bi ser bikevin" 11'emîn Kongreya Jinê ya Giştî ya Awarte li dar xist. Konferans bi axaftinê jinan didome. 
 
'Şer, xwîn, rondikên çavan ji bo gelan rewa dibînin'
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, axaftina vekirinê ya konferansê kir û wiha got:"Ez hemû jinên ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kirine bi bîr tînim. Ez hemû jinên girtî yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin silav dikim. Em di pêvajoyeke ku hewl tê dayîn têkparêzî bê avakirin de, konferansa xwe li dar dixin. Modernîteya kapîtalîst û baviksalarî zordariya xwe ya li ser jinan zêde kirine ku krîza xwe ya pêkhatî derbas bikin. Desthilatdarî bi kulekirina jinan dest bi vê yekê dike û li civakê belav dike. Jinan ligel hemû zextan jî, ji Şîliyê heya Meksîkayê, ji Arjantînê heya Misirê, li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê, em jin her tim li pêş bûn û me destûr neda ku jinên kole pêş bixin.  Me li dijî zextên li ser destkeftiyên jinan, qanûnên baviksalarî, êrişên hikûmetê û qedexeya kurtajê li ber xwe da. Nûnerên dewleta mêr, dixwazin şerê nû pêş bixin. Ew bêtir rêbazên ber bi çav û cuda bi kar tînin. Tekane tişta ku ji bo gel û civakan rewa dibînin şer, xwîn û rondikên çavan in."
 
'Em ê bi berxwedana jinê wan ji qesrê derxin'
  
Îdîlê, da zanîn ku dê têkoşîna di navbera tevgera jinên Tirk û tevgera jinên Kurd de ya li dijî her cure zextên hikûmetê bi ser bikeve û ev peyam da:"Em ê bi pêşxistina rêbazên nû têkoşîna jinan enternasyonal mezin bikin. Em ji yên qesrê re cardin dibêjin, ji têkoşîna jinan a li Tirkiyê û Kurdistanê bitirsin. Ji ber ku em ê jiyana civakî bihûnin. Em ê li her derê rêxistinbûn û jiyana civakî ava bikin. Em ê bi berxwedana jinan, wan ji qesran derbixin."
 
Çareseriya meseleya kurd 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz di axaftina xwe de diyar kir divê ji çareseriya merseleya kurd gav bên avêtin û got ne tenê gelê kurd divê hemû gelên li Tirkiyeyê ji bo vê pirsgirêkê bibin yek. 
 
'Em ê ji bo feshkirina peymanê qeneh nebin'
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û diyar kir ked û mafên jinan di vê serdemê de hatine binpêkirin. Her wiha bal kişand ser Peymana Stenbolê û got ji bo feshkirina Peymana Stenbolê ew ê qeneh nebin.
 
Têkoşîna jinê ya antîfaşîst 
 
Berdevka Giştî ya Meclîsa Jinê ya Sosyalîst  (SKM) Deniz Aktaş diyar kir îktidara siyasî êrişa li ser Peymana Stenbolê û mafên wan didomîne û got wan bi têkoşîna xwe Peymana Stenbolê qezenc kirine û ew ê bi têkoşîna jinê ya antîfaşîst, têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Di nava axaftinan de li vîdeoyên hatibûn şandin hatin temaşekirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina ji nû ve ya Sosyalîst Canan Yuce da zanîn îktidara AKP-MHP'ê çareseriya rizgariya ji qeyranê di avakirina zextan de dibîne û got dewlet bi daxistinên tahrîkên neheq kujeran diparêze. Cananê got ew ê têkoşîna xwe ya jinê nû bikin. 
 
Avakirina bingeha têkoşîna hevpar
 
Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali  da zanîn erdnîgariya Tirkiyeyê bi komkujî, zext û mêtingeriyê tê bibîranîn û got me dizanîbû pergaleke çetewarî heye. Sevtapê da zanîn ya pêdivaya wan jê heye avakirina bingeha têkoşîna hevpar a li nav welat û derveyî welat e. 
 
Herî dawî ji Jina Demokrat a Nû Nurgul Uci da zanîn ew ê bi jinên HDK'yî û hemû jinan li kolanan bin û li dijî êrişên faşîst bi hev re têbikoşin. 
 
Piştî axaftinan 11'emîn Konferansa Giştî ya Awarte ya HDK'ê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.