Dayikên Başûrî bertek nîşanî êrişan da

  • 13:05 9 Hezîran 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Dayikên Laçik Spî li Silêmaniyê derbarê êrişan de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Dayikan di daxuyaniya xwe de wih gotin: “Xaka me dişewitînin, talan dikin, bi neheqî rez û daristanan dişewitînin. Me li ser xaka me penaber dikin. Xwe weke xwediyê xaka kurdan dibînin û di nava kurdan de aloziyê çêdikin."
 
Êrişên dewleta Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê bê navber didomin. Li hemberî êrişan hem hikûmeta Herêmê û hem jî ya Iraqê bêdengin. Lê di nava civak û raya giştî de roj bi roj nerazîbûn zêde dibin. Komîteya Dayikên Laçik Spî yên Herêma Federal a Kurdistanê li parka Dayik a bajarê Silêmaniyê kombûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
 
Komîteya Dayikên Laçik Spî di daxuyaniyê de wiha gotin: "Em weke dayik, tu cûdahiyê naxin nava pêşmerge û gerîlayan de. Em xwe weke dayikên hemû ciwanên ji bo azadiyê têdikoşin dibînin. Em şîrê xwe li yên ku piştevaniyê didin dagirkeran jî, helal nakin. Gelê Başûr dizane ku armanca dewleta tirk, çêkirina şerek di navbera kurdan de ye. Mafê hemû netewek heye ku bi azad, li ser xaka xwe bijî û ji êriş û dagirkeriyan xwe biparêze. Gelê Kurd jî ku bi salane êriş li ser tê kirin, tenê xwe parastiye û tucarî êriş nekiriye ser xaka tu welatek.
 
Xaka me dişewitînin, talan dikin, bi neheqî rez û daristanan dişewitînin. Me li ser xaka me penaber dikin. Xwe weke xwediyê xaka kurdan dibînin û di nava kurdan de aloziyê çêdikin. 
 
Em bi van daxwazan bang li Gelê Kurd û Parlamentoya Iraqê dikin; 
 
* Ji bo leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê werin derxistin, kar bikin.
 
* Rê nedin şerê di nava kurdan de çêbibe.
 
* Talankirina xweza û xaka Kurdistanê rawestînin.
 
* Bila serdana malbatên ku ji ber bombebarana dewleta Tirk penaberbûne, neyê asteng kirin."
 
Piştî daxuyaniyê dayikan li ser heman mijarê berê xwe dan ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê, tê payîn li wir bi parlamenterên Iraqê re bicivin û daxuyaniyê bidin.