Li Mexmûrê koma 88'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 12:02 9 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, îro koma 88’an dewir girt. Çalakî 174 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 174 roj in berdewam dike îro koma 88'emîn dewr girt.
 
 Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 88’emîn  Bêrîvan Nêrwehî axivî û got: “Di serî de em êrişên li ser qadên gerîlla û li wargeha mexmûrê hatiye kirin weke qirkirina çandî û mirovahiyê dibînin. Ev êrişên hovane yên dewleta tirk li ser xaka Kurdistanê û çanda wê, kîn, nefret û hirsê Gelê Kurd zêdetir dike. Em weke koma 87’an çalakiya  ku di 18’e Kanûna 2021’ê de di pêşengtiya Meclîsa Îştare de ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin dewr digirin. Em bang li tevahî sazî û dezgehên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin û Skreteriya Neteweyên Yekbûyî dikin ku xwedî li erka xwe derbikevin. Di serî de şehîdên ku gotin; 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û em şahidê têkoşîna bê hempa ya 22 salan, li her derê şoreşger û kesên demokrat ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşîn. Ji her deman zêdetir derfetê serkeftinê û têkbirina komplogeran heye.”
 
Çalakiya dewrgirtine bi dirûşmên "Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.