Li Farqînê li dijî mirinên bi guman çalakî hat kirin

  • 10:03 9 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Li Farqînê welatiyan li dijî kaşkirina ber bi întixarê ve, mirinên bi guman çalakiya dengderxistinê kirin. 
 
Li Navçeya Farqînê ya Amedê welatiyan bertek nîşanî kaşkirina ber bi întixarê ve, mirinên bi guman dan. Esnafan nivîsên "Çareseriyê bibînin bila înxtixar bi dawî bibe","Bila êdî çareseriyek bê dîtin û întixar bi dawî bibe","Bêdeng nemînin ciwanên me întixar dikin" bi dikanên xwe vekirin û bi vê yekê xwestin balê bikşînin ser întixaran û çareseriya ji bo vê yekê. 
 
Her wiha welatiyan li dijî kaşkirina ber bi întixarê ve, mirinên bi guman çalakiya dengderxistinê kirin. 
 
Di meha dawî de 7 mirinên bi guman
 
Li Farqînê di demên dawî de întixar û mirinên bi guman zêde bûne. Li navçeyê di meha dawî de 3 jê jin 7 kesî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hat gotin mirina 7 kesî dibe ku ji ber kaşkirina ber bi întixarê ve be.