ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 9 Hezîran 2021
  • Rojev
* Haci Baci Kaplan ya 58 salî ku li gundikê Dotka yê Dirbêsanê ya Geverê dijî, ked û rola jinan a di çêkirina penîrê bi gîha de, vegot. BI DÎMEN
 
*Karkerên demsalî yên ji bo xebatê çûn bajroka Perî ya Mezgîrta Dêrsîmê, di şertên pandemiyê de di konên 20 metrekare yên bê av û ceyran de têkoşîna jiyanê didin. BI DÎMEN
 
*Desthilatdarî ku bi riya  zewacê sinyalên rewakirina îstîsmara zayendî da, bi pakêta dawî ya darazê re guherînên ku pêşiya îstîsmarê vedike plan dike. Ji TKDF’ê Canan Gullu  got ne pêkan e ku ew li tecawizkirina zarokan temaşe bikin û bertek nîşan da.
 
 
*Beriya doza ku 33 jin jê dihatin darizandin, hat xwestin daxuyaniyek bê dayîn lê jin hatin derbkirin û binavkirin. Jinan diyar kirin ku ew dest ji Peymana Stenbolê bernadin û wiha gotin: “Tişta me li wir dît ev bû; dewlet gumanbarê şîdetê ye û şîdetê rewa dike. BI DÎMEN