Ebru Gunay : 22 sal in li Îmralî û li ser gelê kurd tecrîda girankirî pêk tê

  • 16:38 8 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Berdevka HDP'ê parlamenter Ebru Gunay di panela têkildarî tecrîdê hatlidarxistin wiha got:" Me bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xist û di roja îro de jî em dikarin bi têkoşînê tecrîdê paş de bibin."
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi armanca ji bo balê bikişîne ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li navçeya Qoserê bi mijara “Tecrîd Sûcê Mirovahiyê ye, Bila Tecrîd Bi Dawî Bibe” panel li dar xist. Panela ku Moderatoriya wê Hevserokê DBP'ê yê Qoserê Mahmut Damar kir, yek ji parêzerên Ocalan Newroz û berdevka HDP'ê Ebru Gunay û Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salîh Kuday weke axaftvan beşdarî panelê bûn. 
 
'Encamên têkoşînê bûn'
 
Ebru Gunay di berdewamiya axaftina xwe de wiha diyar kir: " 22 sal in tecrîta girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocallan berdewam dike. Lewra ji roja yekem heya niha binpêkirinên mafan didomin.  Ji bo bibe propaxanda ez nabêjim. Yê ku hertim me azad bike wê têkoşîn û serhildanên me be. Li Îmraliyê kengî bê mafî qewimî be gel daketin kolanan, kengî zilm çêbû gel daket kolanan. Ger gelek pirsgirêk çareser bûbin jî bi saya we ye. Divê em niha jî li ser vê xeta xwe bin. Niha jî yek ji mafên herî sereke yên girtiyan hevdîtina bi parêzeran û malbatan re pêk nayê. Pêwîst e em van dîwarên tecrîdê bişkînin."
 
Piştî axaftina Ebru Gunay, Salîh Kuday û beşdarvan axivîn.