Çalakvanên grevê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

  • 16:06 8 Hezîran 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" û piştevaniya çalakgerên grevê yên di zindanan de hatiye destpêkirin 173 rojin berdewam dike. Çalakgerên ku greva xwe didomînin gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye."
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakvanên greva bircîbunê ku çalakiya xwe di roja 173'emîn de didomîni gotin: "Em ê heta dawî bi rêberê xwe re bin."
 
‘Em azadiya Rêber Apo dixwezin’
 
Çalakvana greva birçîbunê Şemsê Apaydn axivî û got:” Armanca me ya tevlîbuna vê çalakiyê ew e ku em bi Rêber Apo re  azad bijîn. Heta Reber Apo azad nebe em azad nabin. Dijminê hov nikare me bi êrişên xwe bitirsine û me teslîm bigire. Em weke gel azadiya Rêber Apo dixwezin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em dixwazin Gelê Kurd li ber xwe bide û bindestiyê ne pejirîne.”
 
‘Divê saziyên mafê mirovan erka xwe pêk bînin’
 
Asya Demîr jî li ser êrîşa balafiran a li ser Mexmûrê axivî û wiha got:” Balafirên dewleta Tirk êrişa hewayî li ser wargeha me pêk anîn û li ser parqa zarokan bombe barandin. Divê mafê mirovan vê neheqiyê nepejirîne. Em weke welatiyên wargehê em vî şerî naxwazin û yên ku hevkariya êrîşkaran dikin şermezar dikin. Ev du sale bi rêgiriyan wargeha me dorpêç kirin. Ev jî nîşaneyên hevkariya dewleta tirk û PDK’ê ye û em wan bi tundî şermezar dikin.”
 
‘Em hêvî dikin kurd yekitiya xwe ava bikin’
 
Berîtan Apaydin jî wiha got:”Armanca me ya çalakiya greva birçîbunê ew e ku em Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. Ji bo em agahiyek ji Serokê xwe bigirin çi cure çalakî hebin em ê pêk bînin. Rêber Apo rê nîşanî jinê daye ji ber wê yekê çi ji destê me bê  em ê ji bo Serokê xwe bikin. Çaşlakiyên me wê her berdewam bin heta ku em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin. Divê hemu jin,ciwan û tevahî Kurd rabin ser piyan û yekitiya xwe ava bikin ji bo vê zilmê bi dawî bikin.”