Li Farqînê di nava 18 rojî de 3 mirinên bi guman

  • 11:45 8 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Li Farqînê jinek li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Li navçeyê di 18 rojên dawî de ev cara sêyem e ku mirina bi guman a jinan hat dîtin. 
 
Ayşe T. (40) a dayika 7 zarokan ku li Taxa Bahçelîevler a Navçeya Farqînê ya Amedê dijiya, serê sibehê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin. Cenazeyê Ayşe T. ya bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzloglû. 
 
Her wiha di nava 18 rojî de li Farqînê Mizgin Ş., Rengin Ş. û herî dawî  Ayşe T. bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.