Ji Amedê dengekî hevpar: Bê ziman jiyan nabe

  • 10:58 8 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Di van pêvajoyên dawîn de ku zexta li ser hebûna kurdan xwe bi her awayî nîşan dide, sekn û berxwedana Amedê gelek di cih û bi nirx bû. Careke din Amedê gotina xwe ya dawî got. "Bê ziman jiyan nabe" ne tenê dirûşmeyek an jî gotinek e. Bê ziman jiyan nabe, heqîqeta jiyana gelê kurd e. Gelê kurd jî duh bi vê hişmendiyê gotina xwe heta dawiyê berz kir..
 
Ziman ji bo berdewamkirina hebûna netewekî xaleke herî yekser e. Azadîya hebûne netewekî bi azadiya ziman pêkan e. Azadiya ziman, azadiya fikr û raman e. Tecrîdkirina ziman tecrîdkirina fikr û ramanê ye. Gelê kurd ku bi salan in ji bo azadiya zimanê xwe têkoşînê dide û tevî nêzikatiyên hêzên mêtînger û nîjadperestan parastina zimanê xwe heta roja îro anîne. Ez naxwazim ewqas bi girîngiya ziman nivîsa xwe bidim dubarekirin. Jixwe êdî ez bawer im ku gelek kes hay ji girîngîya ziman heye..
 
Bi qansî girîngiya ziman mijara ziman dê di pratîkê de çawa bê jiyîn jî gelekî girîng e. Di vî warî de sazî û dezgehên ziman jî hay jê henin ku ji bo pratîzekirina zimanê kurdî li pey rêgezên diyarkirî ne. Yek ji wan xebatên herî girîng jî xebata Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ye. Bi armanca zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê di 22’yê Sibatê de kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Tora ziman di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de bi lidarxistina mîtîngan ên li navendên Kurdistanê kampanyaya xwe berfirehtir kir. Di rojên berê de li Cizîr û Wanê xebat û şahî hatibûn lidarxistin. Herî dawî jî fînala xebata xwe li Amedê bi dawî kir.
 
Me di destpêka nivîsê de jî got ku tecrîdkirina ziman tecrîdkirina fikr û raman e. Li Cizîrê jî ev tecrîdkirin pêk hat û welatiyên ku doza zimanê xwe dikirin di bin dorpêça polîsan de hatin tecrîdkirin. Li Wanê jî heman tişt derbasdar bû lê dîsa jî tevî vê yekê li Wanê standên komkirina îmzeyê hatibû dayîn. Mîtînga herî dawî jî li Amedê bû ku dilê gelek kesan li benda helwest û sekna Amedê bû.
 
Zexta polîsan li her derê ye
 
Em jî wek kedkarên çapemeniyê beriya destpêka mîtîngê çûn qadê.  Bêguman fikarên me jî hebû. Li ser texmînên; ew ê çawa derbas bibe, wê çi bibe û bi hêviyeke mezin me li derdorê temaşe kir. Xebatek bi taybet ji bo zimanê kurdî helbet wek nûçegihanek kurdî kelecanî û hêviyek dida min. Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê bi tevahî hatibû dorpêçkirin. Ne tiştek matmayinê bû.. Girseya ku li Kuçeya Hunerê li hev civiya li benda rakirina dorpêçê sekinî lê polîsan dora komîteya amadekar girt û destûra daxuyaniyê neda. Li hemberî zexta polîsan girse bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziman hebûna me ye” , “ Ziman rûmeta me ye” , “ Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” şermezar kirin. Polîsan girseya berhevbûyî bi hincetan ji hev cuda kir. Girse li çar cihan kom bi kom hat dabeşkirin. Polîsan xwest organîze û koordîneya girseyê ya bi hev re bişkîne. Her wiha hin ciwanên ku ber bi komîteya amadekar ve dimeşiyan jî bi hinceta pankarteke cuda vekirine hatin dorpêçkirin û polîsan nehişt ku ciwan bigihijin komîteya amadekar.
 
4 komên dabeşkirî...
 
Di her çar komên dabeşkirinê de jî dengê berxwedanê dihat.. Ne tesaduf bû ku parçekirina kurdan xwe îro jî di hêla ziman de da der. Kesên ku li ser kolanê derbas dibûn bi bal û meraqek mezin temaşe dikirin. Jinikek hat pirsî got "li vir çi diqewime" piştî ku min got xebatek li ser zimanê dayikê ye wê sekna xwe ya ji bo ziman nîşan da û tevlî komên dabeşkirî bû. Her çiqas wext derbas dibû girseyê jî xwe mezin dikir. Di navbera parlamenterên HDP’ê, komîteya amadekar û polîsan de ji bo pêkanîna çalakiyê nîqaş derketin. Girseya ku biryar dabû li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga xwe pêk bîne ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan bi inyad û rik destûra meşê nedan û xwestin ku girse li Kuçeya Hûnerê ya navçeya Ofîsê daxuyaniya xwe bide. Li hember vê yekê girseyê dirûşmên wek ‘Bê ziman jiyan nabe’ , ‘Berxwedan Jiyan e’ bertekên xwe berdewam kirin. 
 
Li hemberî êrîşên polîsan qêrîna 'Bê ziman jiyan nabe'
 
Ji kîjan komê dengek derdiket em ber bi wî alî ve dibeziyan. Piştî saetekê girseyê hewil da ku ji bin dorpêçkirinê derkeve û bi vî awayî êrîşên polîsan a li hemberî welatiyan dest pê kir. Di wê kêliyê de ku mudaxaleya polîsan a hişk xwe li ser welatiyan nîşan da gelek kes hatin derbkirin. Gelek rojnameger jî di nav wan kêliyên êrîşan de hem hewil didan xwe biparêzin hem jî hewil didan ku wê kêliyê bixin objektîfa xwe. Qêrîna welatiyan a " Bê ziman jiyan nabe" ji bo barîkatên polîsan wek çekek herî bi nirx bû.  Bi rastî dikarim bêjim ku kêliya ku herî zêde li ser min bandor kir ew israr û sekna gel ya li dijî wan êrîşan bû. Di encamê de dîsa girse ji aliyê hêzên polîsan ve hatin dorpêçkirin.
 
'Em doza hebûn û nasnameya xwe dikin'
 
Bêguman kêliyek din a ku herî zêde mohra xwe li bin wê hewildanê xist sekna dayika Aklîne Hanas bû. Dayika Aklîne li hemberê barîkatên polîsan bi nîşaneya serfiraziyê gelek caran dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" berz kir ku heta ew gotin bikeve guh û hişê wan. Piştî wê Aknîle kilamên bi kurdî jî strand û bi sekna xwe ya berxwedêr peyama; çanda min jî li vir e, dîroka min jî li vir e, hebûn û nasnameya min jî li vir e da. Di nav komek din de jî dayikên berxwedêr cih digirtin ku doza zimanê xwe vedigotin. Di navbera polîs û dayikê de dîyalogên kurdî û tirkî derbas bûn. Dayika ku ji zimanê tirkî fêm nedikir bi bang û awazên xwe doza ziman û yekîtiyê dikir. Piştî vê yekê kesek nêzî dayikê bû û pê re bi kurdî axivî.  Dayikê jê re pirsî "tu kurd î?" Zilam erê kir. Dayikê pirsa xwe ya duyemîn kir û got " tu polîs î?" Wî jî erê kir. Vê gavê dayikê got " Wê çaxê karê min bi te re nîne, em doza hebûn û nasnameya xwe dikin"
 
'Nêzîkatiya li hember zimanê kurdî nêzikatiya li hember hebûna me ye'
 
Li ser nêzî çar saet derbas bûn û girseyê ji bo daxwaza xwe israra xwe parast. Di nav wan saetan de gelek kilamên bi Kurdî jî di nav komên dabeşkirî de hatin gotin. Lê herî zêde ew dirûşmên yek awaz yekîtiya komên dabeşkirî ava dikirin. Ber bi dawiyê ve nîqaşên komîteya amadekar û parlementerên HDP'ê bi polîsan re berdewam kir. Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan jî bi gotinên xwe li hemberê nêzîkatiya zimanê kurdî nîşan da. Piştî ku polîsan got " Em we fêm nakin, bi tirkî biaxivin"  Şîlan, got: " Nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî nêzikatiya li hemberê hebûna me ye. Heke hûn hebûn û nasnameya me nas nakin, em jî yê we nas nakin!" 
 
Carek din bê ziman jiyan nabe...
 
Di van pêvajoyên dawîn de ku zexta li ser hebûna kurdan xwe bi her awayî nîşan dide, sekn û berxwedana Amedê gelek di cih de bû û bi nirx bû. Careke din Amedê gotina xwe ya dawî got. "Bê ziman jiyan nabe" ne tenê dirûşmeyek an jî gotinek e. Bê ziman jiyan nabe, heqîqeta jiyana gelê kurd e. Gelê kurd jî duh bi vê hişmendiyê gotina xwe heta dawiyê berz kir.