Nurcan ya mêr wê tehdît kir: Dengê min niha bibîhîzin!

  • 09:09 8 Hezîran 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Nûrcan Kaplan a ku Tarkik Kaplan bi çekê êrîşî wê kir û ew birîndar kiribû, wê û dayika xwe banga piştevaniyê li jin û rayedaran kirin. Nûrcanê di banga kir de wiha got: “Gumanbar ji bo min û dayika min qetil bike hat. Lê niha ez birîndarim û dijîm. Ne piştî mirina amin, niha dengê min bibihîzin.”
 
Nurcan Kaplan ya li taxa Şehîtlîkê ya Yenîşehîra Amedê, ji aliyê Tarik Kaplan ku Nûrcanê pê re li ber hevberanê bû ve bi çekê hat birîndarkirin.  Tarik Kaplan Nurcan û dayika wê birîndar kirin û hîna nehatiye girtin. Serbestmayîna gumanbar malbatê dike fikaran.  Bi pêşengiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê li ser medya civakî bi hestaga “#FailTarıkKaplanYakalansın (Bila gûmanbar Tarik Kaplan bê girtin)”  banga piştgiriyê hat kirin.
 
‘Biryara parastinê hebû lê binpê dikir’
 
Nucranê diyar kir ku 15 sal bû zewicandibû lê gumanbar 8 sal berê hatiye girtin û 4 meh berê hatiye berdan. Nurcanê got bi salan bû gûmanbar şîdet lê dikir û  der barê vê de serî li merciyên edlî daye. Nurcanê wiha berdewam kir: “Ez çûm qerekolê. Ez çûm gelek qerekolên cuda. Min gilî kir. Ji bo min biryara parastinê derxistin. Lê her carê biryar binpê kir. Di bûyera şîdeta dawî de ez bi zarokên xwe re 8 mehan li stargehê mam. Piştre hat girtin û şandin girtîgehê.”
 
‘Dadgeh û polîsan tiştek nekir’
 
Nurcanê di berdewamiyê de wiha got: “Di dosyayek min gilî kiribû de tevî biryara veşariyê hebû ez bi zorê birim runiştinê. Tarik Kaplan jî ji heman dosyayê muştekî bû. Dizanibû ku wê min li vir bibîne. Li salona dadgehê heqeret, tehdîd û êrîşa fîzîkî dest pê kir. Tevî vê tiştek nekirin. Tenê avêtin derve. Wek her tim dîsa tiştek nekirin. Tevî berdana bi kontrol gumanbar, hat min û dayika min birîndar kir. Ji ber ez dixwazim dest jê berdim tê dayika min birîndar dike.  Li min û zarokên min xwedî dernediket. Min xwest ez dest jê berdim, lê got ez ê te bikujim. Got di malbata min de hevberdan tune ye. Em ji mirinê xilas bûn. Çima hîna nehatiye girtin. Çima her tim tê girtin û berdan. Çima her tim jin neçar dimînin xwe veşêrin.”
 
‘Dengê min bibihîzin’
 
Nucranê di dawiya axaftina xwe de bang li jin û rayedaran kir û got: “Ez naxwazim bimirim. Hemû jinên tên kuştin dibêjin ‘gelo piştî mirinê wê xwedî li min derkevin’. Ez jî heman tiştî dibêjim. Piştî mirinê wê xwedî li min derkevin. Dengê min bibihîzin.”
 
Gumanbar hat berdan
 
Parêzerên navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê der barê bûyerê de gotin ku li Edliyê jî êrîş li Nurcanê hatiye kirin lê ne polîs ne jî amîrên polîsan girtek negirtine û rewş ji dozger re ranegîhandine. Parêzeran destnîşan kir ku Tarik Kaplan ligel polîsan li Nurcanê geriyaye û tehdîd kiriye. Parêzeran da zanîn ku der barê mijarê de hewl dane ku bi dozgeriyê re hevdîtinê bikin lê dozger hevdîtina yekem jî qebûl nekiriye û di israra parêzeran de neçar maye hevdîtinê qebûl bike.