Li girtîgehan di 6 mehan de 21 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 09:05 8 Hezîran 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku pirsgirêkên girtîgehan didomin û di pêvajoya pandemiyê de li koguşên karantînayê pirsgirêk nehatine çareserkirin û got: “Tenê di meha gulanê de 6 kesî ji ber virûsê jiyana xwe ji dest da. Ji serê sala 2021’ê heta niha 21 kesî jiyana xwe ji dest da.”
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û hikûmeta AKP’ê neçareseriyê ferz dike û pirsigrêkan nabîne. Girtiyên PKK'yî û PAJK’î bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger û di roja 194’î de berdewam dike. Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen derbarê grevan û binpêkirinên mafan de axivî.
 
‘Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye’
 
Nurayê grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû destpêkirin bibîr xist û daxuyakirin piştî roja 200’î şûnde parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û grev bidawî bûne û got: “Lê mixabin berdewama hevdîtinan nehat. Tecrîd hat berdewamkirin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzeran hat redkirin. Ev mafên ku bi qanûnan tê vegotin divê ji bo her kesî beyî newekhevî bê kirin, pêk bên. Ev tecrîda giran binpêkirina mafe. Niha grevên birçîbûnê di roja 190’î de ne. Em parêzvanên maf bi fikarin. Ger ku mafê girtiyan bê radestkirin wê hewce bi çalakiyê nemîne. Mixabin nayên çareserkirin û hîna hevdîtinek pêk nehatiye. Girtî li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafan ketin grevê.”
 
‘Heyeta lijneya şopandinê heyetek çawaye?” 
 
Nurayê daxuyakirin ku li girtîgehan gelek pirsgirêk didomin û mafên giriyan bi gelek qanûnan tê tunekirin û wiha dirêjî dayê: “Yek ji pirsgirêkên nû derketiye ev e. Girtiyên ji mafê berdana bi kontrol divê fêdeyê bigirin, bi hincetên cuda girtî tên hiştin. Dibêjin ku girêdayê biryara çavdêriyê ye. Lê divê bi rastî ev lijne bê lêpirsînkirin. Kesek sucdare an ne sûcdare, vê dadgeh biryara wê dide. Gelo lijneya çavdêriyê heyetek çawaye ku vê biryarê dide. Vê bi hincetên pir hêsan dertînin holê.”
 
'Li koguşan pirsgirêkên mezin hene'
 
Nurayê bi lêv kir ku pêvajoya pandemiyê de, pêvajo li girtîgehan rast nehatiye meşandin û ji girtîgehên Herêma Antaloya Navîn serlêdan tên kirin û ev tişt vegot: “Bi taybet li girtîgeha Tîpa L ya Sîlîvrî û gelek girtîgehên din pêvajoyeke pandemiyê ya giran didome. Me bi dehan carî ragîhand ku divê tedbîr bên girtin. Demekê hevdîtina bi parêzeran re nekirin. Piştre girtî hat kirin. Lê di vê pêvajoyê de virûs zêdetir ji pewyirdarên ji derve dihatin, ket hundir. Lê têkiliya girtiyan ji hev hat birîn. Ya ku divê bihata kirin divê pêşî li virûsa ku ji derve tê bihata girtin. Lê mixabin rewşa tecrîdê li girtiyan hat pêkanîn. Vê jî hem tenduristî û hem jî psîkolojiya wan xera kir. Koguşên karantînayê pirsigirêkên mezinin. Girtiyên nexweş yên di vê pêvajoyê de çûn nexweşxaneyan di hatin û çûyînan de 14 roj di karantînayê de man.”
 
‘Di meha gulanê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da’
 
Nurayê balkişand ser kesên di pêvajoya pandemiyê de jiyana xwe ji dest dane û daxuyakirin ku di 2020’an de çar kesî li koguşên karantînayê jiyana xwe ji dest dane û ev tişt bi lêv kir: “Dikaribû pêşî li van mirinan bihata girtin. Niha li koguşên karantînayê pirsgirêk didomin. Li girtîgeha Sîncanê li koguşa karantînayê ya jinan du kes tên girtin. Girtiyên nexweş yên giran hene. Li bendê hev in. Li girtîgehên Behrareş koguşên karantînayê gelek xerabin. Pirsgirêka paqijiyê heye. Ji ber virûsa korona mirin tên jiyîn. Di meha gulanê de 6 kes ji ber virûsê mirin. Ji serê sala 2021’ê heta niha 21 kesî jiyana xwe ji dest da. Em bi fikarin. Çima şert û mercên jiyana van mirovan nayên başkirin.”
 
‘Divê xeta têkoşîna civakî bê hûnandin’
 
Nurayê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got girtiyên nexweş pirsgirêk ku wijdana mirovan birîndar dike ye û got: “Derbarê girtiyên nexweş de îbareyên wek ‘dibe ku ewlehiya civakê bikeve xetereyê’ derbas dibe û ev jî mafê jiyana girtiyan ji holê radike. Rojên borî  girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ozkan dema dibirin nexweşxanê dîmenên wî hatin kişandin. Bi salane ji bo vî girtî daxwaza tahliyeyê tê kirin. Di 10 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê. Ev trajediye mirovahiyê ye. Herî dawî li Osmaniyê Sabrî Kaya bû. Her tim dibin nexweşxanê û dianîn. Îro jî em bi Mehmet Emîn Ozkan re heman tiştî dijîn. Berê girtiya bi navê Koçer Ozdal ya ji Bafrayê biribûn Enqereyê hebû. Nexweşa pençeşêrê bû. Di navbera mirina Sabrî Kaya û taloqkirina înfaza wî de saete jî tunebû. Jiyana van mirovan hatin wêrankirin. Tevî bangên ji bo Mehmet Emîn Ozkan tiştek nayê kirin, înfaz nayê taloqkirin. Niha Sidik Guler yê 80 salî li girtîgeha Tîpa T ya Îskenderunê dimîne. Rewşa wî jî hemane. Bi kursiya teker dertê hevdîtinê. Li girtîgeha Tekîrdagê Alî Osman Teke heye û nexweşê pençeşêrê ye. Nayê emeliyetkirin. Me bi dehan carî daxwaz kir ku dive astengiyên li pêş berdana van girtiyan bên rakirin. Em dixwazin ku ev kes bên berdan. Divê parlamenter, partî û hemû sazî berê xwe bidin vê mijarê. Ger xeta têkoşîna civakî bê hûnandin wê encamek bê girtin.”
 
283 hezar û 516 girtî hene
 
Nurayê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di 2020’an de me der barê gelek mijaran de hezar û 128 serlêdan li Midûriyeta Malên Tevkîfa Girtîgehan kir. Lê me bersivek erênî negirt. Di hevdîtina dawî ya bi ya bi wan re me got ku hejmara kesên girtî parve bikin. Li gorî daneyên di malpera wan de 283 hezar û 516 kes girtî ne. Ji van 270 hezar û 763 mêrin û 11 hezar û 195 jî jin û hezar û 558 jî zarok in.”