Selma Atabey: Hilbijartina jinan ne tesaduf bû

  • 09:14 3 Hezîran 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka SES'ê Selma Atabey a pêvajoya binçavkirina 8 rojî nirxand da zanîn divê bijîşk girtiyan bi kelepçeyê muayene nekin û wiha got:"Sedema vê operasyonê covîd e. Xebatên me, roportajên me û daxuyaniyên me yên derbarê covidê de derket pêşberî me."
 
Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê ya Enqereyê de di 25'ê Gulanê de Hevseroka SES'ê Selma Atabey jî di nav de bi ser malên 8 rêveber û endamên SES'ê de hatibûn girtin û piştre hatibûn binçavkirin. Di 1'ê Hezîranê de derketibûn Dadgeriya Cezayê Sûlhê ya Nobedar a Enqereyê û piştre serbest hatibûn berdan. 
 
Li ser dayina îfadeya şahidê nepen ê bi navê “Ulaş” bi îdiaya "avakirina rêxistinê û bi rêvebirina rêxistinê" Hevseroka SES'ê Selma Atabey, Hevseroka SES'ê ya serdema berê Gonul Erden, Seroka Giştî ya SES'ê ya berê Bedriye Yorgun, hatin sûcdarkirin û bi şerdê tedbîra kontrola edlî hatin berdan. Her wiha endamên MYK'ê yên SES'ê yên berê Fikret Çalagan, Belkis Yurtseve û Hevserokê SES'ê yê berê yê Enqereyê Runa Temelli, Rêveberê SES'ê yê Enqereyê Erdal Turan, Ramazan Taş ên bi "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin jî bi şerdê tedbîra kontrola edlî hatin berdan.
 
Muxalefeta li dijî polîtikayên pandemiyê sûc hat dîtin
 
Ji derveyî beyanên şahidê nepen, faliyetên sendîkal ên SES'ê, parvekirinên endam û rêveberên SES'ê yên li ser medyaya civakî, daxuyaniyên hatine dayin, muxalefeta li dijî polîtikayên pandemiyê  yên îktidarê sûc hatin dîtin.
 
Hevseroka SES'ê Selma Atabey pêvajoya di bin çavan de ji ajansa me re rave kir. 
 
'Operasyoneke senaryoya wê hatibû xêzkirin e'
 
Selmayê da zanîn li vî welatî mirov nikare behsa hiqûq û edaletê bike û wiha got:"Bi taybet piştî hewildana darbeyê bêhiqûqî û neheqî zêdetir bûn. Ev operasyoneke senaryoya wê hatibû xêzkirin e. Me hedef girtin û ez bi 7 hevalên xwe re hatim binçavkirin. 6 polîsan bi ser mala min de girtin. Lê belê ev ne cara yekem e ku em bi neheqî û bêhiqûqiyê rû bi rû dimînin. Di serdema qedexeya derketina derve de jî binpêkirina mafan rû da loma me îtiraz kir. Niha jî em bi neheqî û bêhiqûqiyê rû bi rû dimînin."
 
'Sedema vê operasyonê covîd e'
 
Sedema vê operasyonê covîd e. Xebatên me, roportajên me û daxuyaniyên me yên derbarê covidê de derket pêşberî me. Di pêvajoya pandemiyê de Wezareta Tendirustiyê helwesteke baş û xurt nîşan neda. Her wiha îktidarê pêvajoya pandemiyê bi rêk û pêk neda meşandin. Loma di 25'ê Gulanê de operasyon li dijî me pêk hat." 
 
'Her daxuyaniyên me dane sûc hatine hesibandin'
 
Selmayê da zanîn bi îthamên giran sendîkaya wan hedef hatiye girtin û wiha got:"Gotinên şahidê nepen kirine îddianameyê lê belê tu delîl tune ye. Em bi dosyayek wiha komîk rû bi rû man. Her daxuyaniyên me dane sûc hatine hesibandin. Em mafê jiyanê yê civakê diparêzin. Li ser iddiayên Sedat Peker lêkolînê nakin lê belê tên me dikin bin çavan. Di heman demê de ev êrişa li dijî têkoşîna jinê ye. Hilbijartina jinan ne tesaduf bû. Me tespîta îşkenceyê jî kir. Polîsan kelepçeya berovajî kirin destên me. Bijîşk jî qet guh nadin."