'Divê em piştgiriyê bidin berxwedana girtiyan'

  • 09:02 3 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Şehrîban Aslan
 
AMED - Omer Sîpek 12 sal in girtî ye, dayika wî Saadet Sîpek, bal kişand ser rewşa kurê xwe û got: "Mirov nikare li Tirkiyeyê behsa edalet û hiqûqê bike. Lê divê gel jî xwedî girtiyên xwe derkeve. Dema tecrîd bê bidawî kirin dê hemû girtî jî azad bibin." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin 189 roj in didome. Malbatên girtiyan bertek nîşanê rewşa bêdengbûyinê dan û banga xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê kirin. Omer Sîpek e 12 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ye. Dayika wî Saadet Sîpek derbarê rewşa kurê xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
Saadet, bal kişand li ser girtina lawê xwe û got: “Kurê min li Lîseya Gaffar Okanê dersa folklorê dide zarokan. Polîsan serê sibehê bi ser malê de girtin û ew binçavkirin. Pirtûkên ku ne qedexe hemû xistin torbeyê û birin. Polîsan ji min re got 'Kurê te mêvanê me ye' lê 6 salan nehat malê. Kurê min şandin Girtîgeha Amedê. "
 
'Ji sedî 55 bedena kurê min şewitiye’
 
Saadet diyar kir ku lawê wê di sala xwe ya sêyemîn de agir berdaye bedena xwe û wiha got: "Gelek zilm û tehde li ser girtiyan dikin. Ji sedî 55 bedena kurê min şewitiye. Ez çûm nexweşxaneyê nehiştin ez kurê xwe bibînim. Jixwe kurê min nexweşxaneyê de bi kelemçekirî bû. Tiştek ji destê me nedihat ku dîsa jî nehiştin ez kurê xwe bibînim. Lawê di min di wê rewşê de hiştin kezeba min şewitî. Piştî 6 salan serbest hat berdan û berê xwe da Çorûmê. Piştî salekî carek din hat girtin. Ji Çorûmê wî sirgunê Girtîgeha Ereglî ya Konyayê kirin. Ev 6 sal in girtiye û bi tevahî 12 sal in girtiye." 
 
‘Ji ber fikra xwe salek û nîv di hicreya takekesî de dimîne’
 
Saadet di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercên girtîgeha Konyayê û destnîşan kir ku li wir îşkence û zilmekê mezin li ser girtiyên siyasî heye. Saaedet diyar kir ku kurê wî ji ber fikr û ramanê xwe salek û nîv e di hûcreya takekesî de ye û wiha axivî: “Li girtîgeha Konyayê fikra kurê min dipirsin, ew jî fikra xwe dibêje û ji ber ku fikra xwe got wî xistin hicreya takekesî. Di wê pêvajoyê de ji hevalên xwe dûr bû. Her wiha rojname nedan wî. Gava ku me bi telefonê xeber da, zimanê wî li hev nedihat. Min dipirsî ku çima wisa bûye. Piştre jî ez pê hesiyam ku wî xistin e hicreyê. Li wir axaftinê ji bîr kiribû. Ji ber ku hicreyek biçûkbû di aliyê meşê de zehmetî kişandiye û lewra kramp diket lingên wî." 
 
'Mirov nikare behsa edalet û hiqûqê bike'
 
Saadet di axaftina xwe de wiha behsa nexweşiyên Omer kir: "Kurê min nexweş e û ligel nexweşiya xwe tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû. Ji ber pandemiyê demek dirêje ez neçûm hevdîtina wî. Kezeba me şewitiye bila yên dayikên din neşewite. Bila xwedî li çalakiya girtiyan derkevin. Tecrîd rabe û hemû girtî azad bibin. Ji ber bêedaletî û bêhiqûqiyê zarokên me bi salane li girtîgehan de ne. Hişbirfiroş, tecawizkar û êrişkar serbest hatin berdan. Lê kesên ku ji bo fikr û ramanê xwe têdikoşin nehatin berdan. Di rewşeke wisa de mirov nikare behsa edalet û hiqûqê bike. Divê em piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan.”