ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 3 Hezîran 2021
  • Rojev
 
*Gundiyên ku ji qeyranê û ji hişkayiyê bi bandor bûne gumanên xwe yên ji bo pêşerojê parve kirin. Gundiyên bal kişandin ser texrîbatên qeyrana aboriyê wiha gotin:"Li ser hev bûyer qewimîn û her ku diçe rewşa me xetertir dibe. Ji ber qeyrana aboriyê di roja îro de ji bo xerckirina 10 quruşî em deh caran difikirin." DÎMEN HEYE
 
*Omer Sîpek 12 sal in girtî ye, dayika wî Saadet Sîpek, bal kişand ser rewşa kurê xwe û got: "Mirov nikare li Tirkiyeyê behsa edalet û hiqûqê bike. Lê divê gel jî xwedî girtiyên xwe derkeve. Dema tecrîd bê bidawî kirin dê hemû girtî jî azad bibin." Tecrîd rabe û hemû girtî azad bibin.” BI DÎMEN
 
*Guldexwînên ku bûne mijara gelek efsaneyan, li çiyayên Dêrsîmê xwe dan der. DÎMEN HEYE
 
**Hevseroka SES'ê Selma Atabey a pêvajoya binçavkirina 8 rojî nirxand da zanîn divê bijîşk girtiyan bi kelepçeyê muayene nekin û wiha got:"Sedema vê operasyonê covîd e. Ji bo me li emniyetê îfade da loma dozgeriyê jî li dijî vê yekê helwestek nîşan da. Xebatên me, roportajên me û daxuyaniyên me yên derbarê covidê de derket pêşberî me." DÎMEN HEYE
 
* Şandeya Îkîzderê ya ku piraniya wê ji jinan pêk tê ji bo piştrevaniyê partiyên muxalîf ziyaret kirin. Jinên ku di şandeyê de cih digirin gotin: "Têkoşîna Îkizderê têkoşîna jinê ye û dawiyê de jî dê jin bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
* Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Ziman, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê îro li Parka Birca Belek a navçeya Cizîra Şirnexê bi dirûşmeya "Bila kurdî bibe zimanê fermî yê Tirkiyeyê" û “Bila sedsala 21’an bibe sedsala kurdî" mîtînga zimanê kurdî li dar bixe. (16.00-20.00) BI DÎMEN