Ji bo nobeta 'Edaletê' serdanên piştgiriyê hatin kirin

  • 16:36 2 Hezîran 2021
  • Rojane
RIHA - Şaxa Egitim Senê ya ya Amedê, Rêxistina HDP'ê ya Qoserê, endamên Bask-Der çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê" digirin. 
 
Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 86 roj in li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Rêveberên Şaxa Duyemîn a Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtim Sen) ya Amedê, Hevşaredara Qoserê Nilûfer Elîk Yilmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û rêveberên HDP’a Qoserê û ciwanên endamê Komeleya Çand, Huner, Antropolojî û Zanîstê (BASK-DER) ku ji Wanê hatibûn, serdana Emîne Şenayaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar kirin. 
 
Destpêkê heyeta Egîtîm Senê ya ji Amedê hatibû serdana Malbata Şenyaşar kir. Piştre jî heyeta HDP’ê ku ji Mêrdînê hatibû û herî dawî jî heyeta BASK –DER’ê ku ji Wanê hatibû serdana Malbata Şenyaşar kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar her sê heyetan pêşwazî kirin û qala çalakiya xwe û nehaqiya ku li wan tê kirin, kirin.
  
Li ser navê her sê heyetan jî nûnerên heyetan axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo Malbata Şenyaşar ragihandin.