Tora Ziman û Çanda Kurdî têkîldarî Şahiyên ziman de daxuyanî da

  • 15:35 2 Hezîran 2021
  • Rojane
AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarî şahiyên ziman ên li Amed, Cizîr û Wanê li avahiya Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku wê li qadê ji bo piştgridayîna vê kampanyayê îmze bên berhevkirin.
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarî şahiyên ziman ên li Amed, Cizîr û Wanê li avahiya Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de parkanta bi nivîsa “ Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” hate daliqandin. Metna daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya  Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ve hate xwendin.
 
‘Em ê li qadan bin’
 
Şîlan Elmas Kan diyar kir ku yek ji armanca wan komkirina  imzeyan e û got: “Wek hûn jî dizanin di 21’ê sibatê roja zimanê dayikê yê cihanê de me dest bi kampanyaya ‘’Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Perwerdehîyê’’ kiribû. Ev kampanya him bi rêya online him jî bi awayek nivîskî berdewam dike. Di vê çaroveyê de ji bo berhevkirina îmzeyan em wek pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî me dest bi xebateke nû kiriye û nêzî 20 roj e bi her awayî me ev xebatên xwe temam  kirine.  Di vê çarçoveyê de em dixwazin li 3 bajarên Kurdan şahiyekê li dar bixin. Em ê 3'ê hezîranê li cizîrê, 4'ê hezîranê li Wanê û herî dawî jî ji bo 7'ê hezîranê li Amedê şahîyekê li dar bixin. Li qadê ji bo piştgridayîna vê kampanyayê dê îmze bên komkirin. Kesên ku li dûrî van bajaran bin dikarin li ser online jî vê kampanyayê li ser malpera change.org ê bişopînin û îmzeya xwe biavêjin.”
 
‘Kurd yekîtiya xwe li ser ziman ava dikin’
 
Şîlanê destnîşan kir ku kurd yekitiya xwe li ser ziman ava dikin û got: “Bila bê zanîn ku kurd bi 9 partiyên xwe û bi hemû sazî û dezgehên xwe piştgriyê didin vê kampanyayê. Yanî kurd yekîtiya xwe li ser ziman ava dikin. Her çi asteng çêbin jî dê kurd bi mîlyonan îmzeyên xwe berhev bikin û paşê serî li hemû sazî û dezgehên Tirkîyê û cihanê bidin. Ziman mafeke meşrû ye û xeta sor a Gelê Kurd e. Di vê çarçoveyê de sibe li cizirê, du sibe li wanê û roja duşemê jî li Amedê bi diruşma ‘’Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê’’ saet 16.00'an de li Qada Îstasyonê şahiya me heye. Hemû gelê me vexwendî YE.”
 
Kesên ku li amedê beşdar dibin ev in..
 
Wek Axaftvan: Şilan elmas kan, Berdan Öztürk, Safiya Akdağ, Şerefxan Cizirî
 
Hunermend: Koma denge Jinên Azad, Koma Dicle Fırat, Mehmet Atlı