Li Wanê mirina bi gûman a jinekê
- 14:06 2 Hezîran 2021
- Rojane
WAN - Rabîa Bîlgîn li navçeya Artemêtanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Rabîa Bîlgîn a 65 salî duh li Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêta Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Mirovên Rabîayê cenazeyê wê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê û piştî cenazeyê wê hat otopsîkirin li Goristana Suphanê veşartin.