‘Li girtîgehan mafê tendirustiyê tê binpêkirin’

  • 09:01 2 Hezîran 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AMED - Hevseroka SES’ê ya Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak a têkildarî vîrûsa koronayê (Covît -19) axivî, bal kişand ser rewşa girtiyan û got, "Aşînekirina girtiyan neheqiyeke mezin ne û mafê tendirustiyê yê girtiyan tê binpêkirin."
 
Hemû cîhan û Tirkiye ev ji salekê zêdetir e ku li dijî vîrusa korona (Covîd-19) têdikoşe û li welat jî rewş her diçe xeter dibe. Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin roj bi roj zêdetir dibE. Di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de herî dawî pêvajoyeke 17 rojî ji hêla serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hat destpêkirin. Ji aliyek ve jî li Tirkiyê aşî tê kirin. Hevseroka Sendîkaya Karkerên Tendûristî û Karûbarên Civakî(SES) ya Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak, têkildarî rewşa dawî ya nexweşiya vîrûsa koronayê û aşiyê axivî.   
 
‘Hejmara kesên hatine aşîkirin gelek kêm e’
 
Yildizê, anî ziman ku ji destpêka pandemiyê vir de qedexeyên ku hatine kirin negihîştine armanca xwe û wiha got: “ Di vê pêvajoya pandemiyê de pêdiviyên gel ji ber ku ji aliyê dewletê ve nayên pêkanîn welatî neçarin bixebitin. Mixabin ev qedexe ji bo wan tu carî derbas nebû.  Dema mirov ji aliyê nexweşiyê ve lê dinêre jî kesên ku herî zêde bi nexweşiyê dikevin û belav dikin jî xebatkar in. Ji ber vê yekê jî ev qedexeyên hatin ragihandin negihîştin aramanca xwe. Her wiha bi taybetî jî di van sê hefteyên dawiyê de, di dema qedexeyê de em li bendê bûn ku civak ji sedî şêst an jî heftê bê aşîkirin. Ji ber ku li welatên dinê jî di dema qedexeyan de civak hat aşîkirin. Di dema qedexeyan de li hemû welatên dinê li ser aşiyê sekinîn.  Lê mixabin li Tirkiyê hejmara aşîkirinê gelek kêm e.  Ger ku wiha derbas bibe dê ev pandemî xilas nebe.”
 
‘Li girtîgehan mafê tendirustiyê tê binpêkiirin’
 
Yildizê, destnîşan kir ku gelek alî di bin xetereya  vîrusê de ne û ji van yek jî girtîgehin û wiha pêl da axaftina xwe: “Girtiyên ku îro di girtîgehan de tên girtin di koma xeterê de cih digirin.  Her wiha di girtîgehan de rewşa girtiyan di bin xeterê de ye. Hemû girtî bi hev re dimînin û di aliyê tendûristiyê de kêmasî hene. Ji bo aşiyê divê girtî di koma yek an jî ya duduyan de cih bigirta. Lê mixabin girtî hîn jî nehatine aşîkirin. Di derbarê aşîkirina girtiyan de di destê me de tu hejmar tune ye. Ji ber ku em nikarin xwe bigihînin wan. Em nizanin ku çend girtî bi vîrûsê ketin û çend kes çawa hatine dermankirin. Li girtîgehan mafê tendirustiyê tê binpêkirin. Dê encamên vê gelek xirab bin. Her wiha dibistan jî hene. Gotin dê mamoste bên aşîkirin, lê kêm kes hatin aşîkirin. Ger ku dibistan vebin dê dîsa ev nexweşî belav bibe.”
 
‘Qedexeya dawî ji bo turîzmê bû’
 
Yildizê, bal kişand ser qedexeya 17 rojan ku di demên dawîn de  hat îlankirin û wiha bilêv kir: “Bila 9 mehan qedexe bikin. Ger ku di wê pêvajoya qedexeyê de dîsa aşî nekin û di pêvajoya qedexeyê de hin kes li derve û hin kes jî li hundir bin, piştî qedexeyê dê vîrus carekedin zêde bibe. Pandemî di malê rûniştinê ve xilas nabe. Ger ku aşî nebe qedexe bê wate ye. Ev  qedexeya 17 rojan jî em hemû baş dizanin ku  ji bo sektora turîzmê hat îlankirin. Heta meha hezîranê qedexe kirin û hezîranê şûndatir qedexe rakirin. Ev ne rasthatineke e. Ev qedexe ji bo tûrîzmê hat îlankirin. Ji ber ku jêderka debarê ya herî mezin a Tirkiyê sektora turîzmê ye. Ji ber vê rîskê nagirin ber çavan û ji bo turîst bên welat serî li vê rêyê dan. Lê em em ne bawerin  ku bibe çareseriyek.”
 
‘Em dikarin bêjin ku rojên xirap ’
 
Yildizê, dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li Amedê nexweşî ji berê baştire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rewşa me ya herî xirap par di meha tirmeh û tebaxê de bû. Em hewl didin ku bi derfetên xwe li xwe binêrin. Qedexeyên ku dewlet îlan dike bingeha wan tune ye. Em bang li wezîrê tendûristiyê dikin ku di demek nêz de hemû kes bê aşîkirin. Bi taybetî jî cihên wek girtîgeh, dibistan ku girse li wan kom dibin. Di nexweşxaneyên Amedê de heta niha 100 nexweşên razandî û nêzî 20 kes jî di beşa lezgîn de hene. Em hêvî dikin ku di meha  tirmeh û tebaxê de jî wekî sala borî xirap nebe. Em dikarin bêjin ku rojên xirap li benda me ne. Bila kes nebêje hewa germe û li cihên qerebalix nemîne. Bila kes zêde tevli dawet û şînan nebin. Bila gelê me li mesafeya fizîkî û tedbîran baldar be.”