ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'Ê

  • 09:00 2 Hezîran 2021
  • Rojev
 
*Li kuçeya dîrokî ya Mêrdînê firoşgehek kolektîf a bi navê “Ji Herkesî Serpêhatiyek” dibe wargeha gelek jinên ku xizan in. Jinên ku nikarin debara xwe bikin bi nexşên ku çêdikin li vê firoştgehê pêşkêşî gel dikin. Xwediyê firoşgehê Cerenê dibêje:"Min xwest ne ez tenê em tev de sûdê bigirin û niha em xwe digihînin xeyalên gelek jinan." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka SES’ê ya Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak a têkildarî vîrûsa koronayê (Covît -19) axivî, bal kişand ser rewşa girtiyan û got, "Aşînekirina girtiyan neheqiyeke mezin ne û mafê tendirustiyê yê girtiyan tê binpêkirin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn, piştî îtîrafên Sedat Peker, têkiliya mafya-dewletê nirxand û got heta pirsgirêk neyê çareserkirin wê mafya bidome û got: “Muxalefeteke ku tenê li ser Tayyîp Erdogan pêş dikeve her tim şaş e. Ev bi me wê bingeha kûr a dewletê dide jibîrkirin.” BI DÎMEN 
 
*Ayşe Topçu ya di Girtîgeha Jinê ya Sîncanê de tê girtin bi rêya nameyekê behsa rewşa li girtîgehê kir. Ayşeyê da zanîn rewşa tendirustiya hinek hevalên wan gelekî xirab e û wiha domand:"Hevalek ji karantînayê derdikeve hevalên din dikin bin karantînayê. Hinek hevalên me rewşa tendirustiya wan xirab e. Hinek hevalên me hene ku di mejî de kîtle heye û divê bê emeliyatkirin, hinek jê ger neyê tedawîkirin îhtimala bi pençeşêra memikan bikeve heye, hinek tedawiya guatirê dibînin, hinek jê ji ber fitixa piştê emeliyat bûye."
 
*Hosteya kulavê Ayfer Guleç, di atolya xwe ya Seferîhîsarê de kulavan çêdike û dixwaze kevneşopiya hilberîn û bikaranîna kulavê bidomîne. BI DÎMEN 
 
*Di pêşengiya Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Ziman, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê sibê li Cizîrê mîtîng li dar dixe. Endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê û Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç, banga tevlîbûna mîtîngê kir.