Li Hevseroka MEBYA-DER'ê îşkenceya lêgerîna tazî hat kirin

  • 16:38 1 Hezîran 2021
  • Rojane
WAN - Li Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulîstan Onver û li du jinên bi wê re hatin girtin îşkenceya lêgerîna tazî hat kirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê de di 19'ê Gulanê de tevî Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver 6 kes bi sûcê "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Hat hînbûn li Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulîstan Onver, endama komeleyê Ceyda Dindar û Azize Oner ên di 28'ê Gulanê de hatin girtin dema birine Saziya Înfazê ya Cezayê Tipa T a Wanê  îşkenceya lêgerîna tazî li wan hatiye kirin. 
 
Hersê girtiyan bi rêya hevdîtina bi malbat û parêzeran re kirin dan zanîn îşkenceya lêgerîna tazî li wan hatiye kirin û ji ber sedema pandemiyê di hucreyê de hatine girtin.