Rapora CFWIJ'ê ya gulanê: Tundî li 70 rojnamegerên jin hat kirin

  • 14:37 1 Hezîran 2021
  • Rojane
ENQERE - Li gor rapora gulanê ya Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de 70 jinên rojnameger bi tundiyê, destdirêjiyê rû bi rû man û 19 jî hatin binçavkirin. 
 
Koalîsyona Jinê ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ), "Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Meha Gulanê" eşkere kir. Binpêkirinên mafên ên li dijî jinên rojnameger, gefên pê rû bi rû dimînin, destdirêjiya pê rû bi rû mane di nava raporê de cihên xwe girtin. Li gor raporê di meha gulana 2021'ê de 70 jinên rojnameger bi tundî, gefxwarinê yan jî destdirêjiyê rû bi rû man. 
 
19 rojnameger hatin binçavkirin 
 
Binpêkirinên mafên di raporê de cih digirin wiha ne:
 
“*Li qadê li dijî herî kêm 18 rojnamegerên jin tundî hat kirin an jî hatin astengkirin. 
 
* 19 rojnamegerên jin ên din jî hatin binçavkirin. 
 
* Herî kêm 6 rojnamegerên jin bi tundiya fîzîkî rû bi rû man. Herî zêde 7 jinên rojnameger jî bi tundiya gefxwarinê rû bi rû man. 
 
*Tevî Edîtora Kurdî ya Jin Newsê Roza Metîna û Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsminaz Temel û nûçegîhana ETHA'yê Havva Cuştan bi destdirêjiya zagonî rû bi rû man. 
 
* Pêşkeşvana Haberturk TV'yê Ebru Baki jî d nav de bi destdirêjiyê rû bi rû man. 
 
* Herî kêm du jinên rojnameger jî bi êrişa gotinî rû bi rû man. ”
 
Piştî parvekirina binpêkirinên di raporê de nîşeya " Lê belê wekî her demê em li bendî hêviyê ne." 
 
Her wiha di raporê de hat ragihandin hepsa malê ya Pinar Gayip a nûçegîhana ETHA'yê di 18'ê Gulanê de hatiye rakirin û Melis Alphan jî ji dozên lê hatine vekirin berat kiriye.