Nobeta malbata Şenyaşar didome: Dozger ker û kor e

  • 12:52 1 Hezîran 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar lêgerîna xwe ya edaletê 85 roj in didome. Malbata Şenyaşar, banga piştevaniyê kir û got dê heta dawiyê nobeta xwe ya edaletê bidomînin. 
 
Nobeta lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê di roja 85’an de didome. Di saetên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar hatin ber derê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. 
 
Malbat Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û ev parvekirin kir: “Demeke dirêj e em ji bo bersivandina daxwazên xwe li ber edliyeyê ne. Daxwazeke me ya mafdar heye. Hemû dinya dît ku Malbata Yildiz (Malbata Îbrahîm Yildiz ê AKP’î) li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk aniye. Tevahiya dinyayê dengê me bihîst. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, her roj di ber me re derbas dibe, ji daxwaza me ya edaletê re ker û lal e. 
 
3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin lê kes ji aliyê hember nehatiye girtin! Serdozgerê Rihayê niha dibe hevparê sûc. Bila tişta pêwîst bikin, em ê jî dev ji nobeta xwe ya edaletê bi dawî bikin. Heta ku daxwaza me ya edaletê neyê bersivandin em ê ji vir neçin. Em banga piştevaniyê li herkesî dikin.”